‘Hîmê nirxan ziman û wêje ye’

Ji bo balkişandina ser mafên ziman û wêjeyê kurdî, şeva helbestê ya jinên kurd hat lidarxistin. Di şevê de hat gotin ku ziman, pirtûk, stran û helbestên kurdî tên qedexekirin û hat diyarkirin ku li dijî bişaftinê bi taybetî jinên kurd têkoşînek mezin dane

PEN’a Kurd, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê, ji bo balkişandina ser mafên ziman û wêjeyê yên jinên kurd, destpêkê li Postaxaneya Yenîşehîra Amedê pirtûkên bi kurdî û kart ji jinên nivîskar e yên di zindanan de şandin û piştre jî bi navê ‘Şeva helbestê ya jinên kurd’ li avahiya MED-DER’ê şahiyek lidar xistin. Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, Hevseroka DBP’ê û parlamenter Salîha Aydenîz, endamên Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamya û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.

Di bernameyê de Leyla Guven bal kişand bişaftina li ser zimanê kurdî û wiha got: “Jinên kurd di her qadê de çawa sere xwe li ber pergala desthilatdar netewandiye, eynî di vê mijarê de jî natewîne. Çi qas bişaftineke giran li ser zimanê me meşandibin jî em îro dibînin ku jinên me çi di girtîgehan de, çi li derve, çi li malê dîsa jî li ber xwe didin û dibêjin li ku dibe bila bibe em ê çanda xwe biparêzin. Em minetdarê van jin û dayikên xwe ne.”

‘Zimanê kurdî bi pêşangiya jinan, xwe gihand roja îro’

Guven da zanîn ku tiştên ku bi serê gelê kurd hatî bi gotin û nivîsandinê naqedin û ev tişt anî ziman: “Tiştên dijwar hatin serê me. Lê em ê van çawa bigihînin zarokên xwe? Em ê bi xêra hevalên xwe yên ku pirtûkan dinîvîsin, bi helbestan bi stranan bigihînin. Zimanekî ku qedexe be gelo mirov dê çawa bi wî zimanî li ber xwe bide? Zimanê kurdî bi pêşangiya jinan, xwe gihand roja îro. Ji îro pê ve jî tenê jinek jî bimîne dê em ê nehêlin zimanê kurdî winda bibe. Em ê heta dawiyê di vê merheleyê de li ber xwe bidin û têbikoşin.”

‘Em bi xwe tifaqa xwe çê bikin’

Her wiha Guven bi bîr xist ku ji bo têkoşîn rastî êrîşan tên û bi van hevokan bal kişand ser yekitiyê: “Carna di girtîgehan de, carna di qadan, qirkirina siyasî, qirkirina zarokan de bi ser me ve tên. Herî dawî li Til Rifatê zarokên kurda mîna Roboskiyê hatin qetilkirin. Em dubare dikin ku hûn nikarin bi kuştinê kurdan biqedînin. Destdirêjiyê li ser axa kurda nekin. Ev zilma we bes e. Qêrîna dayikan, mirov fedî dike. Em ne xwişk û birayên kesî ne, em bi xwe tifaqa xwe çê bikin li ser pêyan bisekinin em ji tevahî cîhanê re bêjin êdî bes e. Bes e êdî hûn zarokên me perçe dikin. Tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan dimeşînin, êdî bes e ji we re. Em ê li hemberî vê yekitiya neteweyî ava bikin. Di rojên pêş de ji bo yekitiya jinên kurd dê civînekê lidar bixin û ji vê merheleyê re em ê bêjin êdî bes e. Em ê bi xwe çarenûsa xwe binîvîsin û serê xwe li ber wan natewînin. Ji ber wê yekê li ku dibe bila bibe em ê li zimanê xwe xwedî derkevin, em ê rêxistinkirina xwe xurtir bikin.”

‘Ziman bi saya dayikan hat van rojan’

Piştî Guven hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz destnîşan kir ku ziman bi saya dayik û jinan hatiye heta roja me û wiha got: “Dîrok bi rêxistinê, bi têkoşînê û bi pêşengtiya jinê pêk tê. Heta vê gavê zimanê me neheliyabe bi sekna dayika û jinan hatiye vê merhelê.”

‘Hîmê nirxan ziman û wêje ye’

Nivîskar û rojnameger Roza Metîna jî diyar kir ku bi bernameyê xwestin balê bikişînin ser binpêkirina mafên jinê yên di qada ziman û wêjeyê de û ev tişt anî ziman: “Loma me got, em şeveke helbestê lidar bixin. Em balê bikişînin ser parastina nirxên civakî yên kurd. Hîmê nirxan ziman û wêje ye, ziman û wêje tunebe ew civak ber bi tunebûnê ve diçe. Divê em li ziman û wêjeyê xwedî derkevin.”

Piştî axaftinan bername bi xwendina helbestan bi dawî bû. AMED

Dikarî Biecibînî