Hejmara 4’emîn a kovara Folklora Me derket

Navenda Nûçeyan

Hejmara 4’an a Kovara Folklora Me ya ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve tê weşandin, derket. Kovar bi di bergê xwe ya pêş de jî nîşaneya zivistanê weke berf ango wêneyeke zivistanê bikar aniye û bi mijarên cur bi cur daketiye û gelek mijar lêkolîn kiriye û raxistiye ser rûpelan

Kovara Folklora Me ya ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve tê weşandin bi mijar û hejmarên nû weşangeriya xwe berdewam dike. Hejmara 4’emîn a kovarê derket û xwîner dikarin li pirtûkxaneyan peyda bikin. Ev hejmara meha kanûna pêşîn, kanûna paşîn û sibatê ango hejmara demsala zivistanê ye.

Kovar di bergê xwe ya pêş de jî nîşaneya zivistanê weke berf ango wêneyeke zivistanê bikar aniye. Kovar bi mijarên cur bi cur daketiye û gelek mijar lêkolîn kiriye û raxistiye ser rûpelan.

Edîtoriya kovarê dibêje bi taybetî girtîyên zindanan, bi name û nivîsên xwe coş û kelecana wan zêde dike û dê di hejmarên tê de nivîsên wan biweşînin.

Ji edîtoriya kovarê wiha hatiye gotin:

“Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibare li hazir û guhdaran. De hûn dizanin gelek çîrok wisa dest pê dikin û dirêj dibin û dibin û dibin heta zarok dikevin xewê û xewnan dibînin. Di xewna xwe da heft qat diherin binê erdê, carna jî bilind dibin heta heft tebeqeyên ezmanî. Di xewnê de rûçikê wan zarokan dikene, û ew dilşad in; em jî îro bi qasî wan zarokan kêfxweş û şad in, çimkî me karî careka din em bên ber deriyê we.

Li gel derxistina kovarê, tiştê din ê ku em pê şanaz û serbilind in, eleqeya we ya ji bo kovara me ye. Hûn hem bi nivîsên xwe hem jî bi pêşniyar û rexneyên xwe hêzê didin me. Mala we tevan ava be. Bi taybetî girtiyên zindanan, bi name û nivîsên xwe yên hêja, coş û kelecana me zêde dikin. Bi xêr di hejmarên bê da, dê nivîsên wan jî bên weşandin di kovara me da.

Xwe û maliyên xwe bê Folklara Me nehêlin

Folklora Me, hejmara çarem dîsa têr û tijî ye. Berhevkariyên ji beşên cuda yên folklorê û binbeşên wan, gotarên curbicur, xaçepirsa folklorê, ferhengoka peyvan û hevpeyvîn; me kovara xwe bi van xebatan dagirt. Helbet tiştekî ku kêfa we dê jê re bê heye di kovarê da, loma jî xwe nexesirînin; xwe û maliyên xwe bê ‘Folklora Me’ nehêlin.

Berhevkarê hêja Mehmet Yildirimçakar, Lorîyên Qelqeliyê berhev kirine. Ji bo dayik û nifşên kurdewar ev cure zehf girîng e loma jî divê her kurd di tanga xwe ra vê keresteyê û keresteyên din berhev bike û biparêze. Ahmet Seyar berê xwe daye destanên kurdî û ew li ser rol û karîgeriya jinê di destanên kurdî yên epîk da, hûr bûye. Cemîl Şêlazî, di gotara xwe ya bi herfên aramî de, berê me dide bikaranîna nifiran di heyranokan da. Mem Mukriyanî dîsa ji beşeka cuda deng li me dike, yek bi yek qala giyayan dike. ‘Aykê’ya mirovxur, ‘Xecê’ya ku ji ber karî bûye wekî pîrikekî, jinbava zalim, pepûk, mêvanê fama û sê birayên kose; hin leheng û tîpên hejmara me ya çarem in.

Di vê hejmarê da hin berhevkarên me yên ciwan hene ku mirov çav li xebatên wan dike, mirov hem kêfxweş dibe hem jî bextewar; Elîf Gun, Simko Sonmez, Helbest Çetîn, Hîkmet Yildiz û Vîldan Sevîm, em wekî Folklora Me, we pîroz dikin û dibêjin ‘rêya we vekirî be û hûn her serkeftî bin.

Ji bo sersala kurdî

13’ê Kanûna Paşîn, zarok û xortên gund û taxan dê xwe bikin dilqên cuda, bên beriyê we stranan bibêjin û bilîzin. Ji kerema xwe dengên wan nebirin û bila ew bibêjin;

Serê salê

Binê salê

Xwedê azadî û serbestiyê bike qismetê vê malê

Û hûn jî bibêjin, ‘amîn.’

Dê bi xatirê we gidîno! Lê hay ji xwe hebin ku bila kose we neşelînin, ziya we nexwin, jinbav jehrê nekin nava xwarina we, xoceyên zûrker zarokên we nedizin, xelk û alem jî nebe qesasê evîna we.”