‘Zimanekî ku zarok pê ne axivin neçarî tunebûnê ye’

Nivîskar Roza Metîna diyar kir ku ji bo pêşxistin û parastina ziman hewcehî bi xebatên hevpar heye û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya ziman: “Mezinê dibêjin; ‘Zimanê me laşê me ye lêzimanê xelkê cilê ser me ye.’ Divê em ji bo ku zarok û ciwan bi kurdî bi axivin xebatan bimeşînin. Ji ber ku zimanekî ku zarok pê neaxivin, neçarî tunebûnê ye.”

Nivîskar û rojnamevan Roza Metîna têkildarî girîngiya xebatên girîngiya ziman û di heman demê de Tora Ziman û Çandan ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç re axivî.

Roza Metîn diyar kir ku li bakurê Kurdistanê bi taybetî li ser ziman zextekî mezin heye û wiha got: “Hê jî kurdî weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê pênasekirin. Li dijî vê zextê jî hewcehî bi xwebirêxistinkirinê heye. Divê rêxistiniya di hêla ziman de hîn xurtir bibe. Ji bo ku ziman bi pêş bikeve û nifşên nû hînî ziman bên kirin, hewcehî bi xebateke hevpar heye. Tora Ziman û Çandan jî di vê mijarê de bû çavkaniyeke xurt.”

Metîna diyar kir ku di nîqaşên torê de fikrên cuda derketin û wiha domand: “Lê ji bo xebatên pêşiyê bû çirûskek. Ji bo parastina nirxên civakê ev xebat pêwîst bû. Ji ber ku ziman weke hestiyê mirov e. Dema ku hestiyê te tunebe tu nikarî bi ruh bibî. Ji ber wê yekê ziman stûna herî girîng e. Ziman di hebûna mirovan de diyarker e. Weke ku mezinên me dibêjin; ‘Zimanê me laşê me ye, lê zimanê xelkê cilê ser me ye.’ Ji bo ku tenûra me bi agirê kesî vênekeve, divê em li çand, ziman, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin.”

‘Zimanekî ku zarok neaxivin neçarî tunebûnê ye’

Di berdewamê de jî Metîna anî ziman ku gel divê xwedî li ziman derkeve û wiha derbirî: “Ji bo zarokan divê xebat bên kirin da ku ziman tune nebe. Zimanekî ku zarok ne axivin, neçarî tunebûnê ye. Gelek zarok û ciwanên me bi zimanê xwe nizanin biaxivin û bixwînin. Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê xebat bên mezinkirin.”

‘Divê em di serî de ji xwe dest pê bikin’

Bi domdarî jî Metîna bi lêv kir ku ew weke Koma Helbestan a Amedê di demsala havînê de bajar bi bajar geriyan û bi gel re civiyan. Metîna wiha berdewam kir: “Kesên ku qet helbestên kurdî nedixwendin, helbestên bi kurdî xwendin.  Di vir de arastekirinek heye. Divê mirov ji xwe û derdora xwe dest pê bike. Divê mirov ji zimanê dayika xwe binivîse. Mînak, Yaşar Kemal pirtûka Efsaneya Araratê bi tirkî nivîsiye. Ev pirtûk weke berhema wêjeya tirkî tê hesibandin. Tu bi kîjan zimanî binivîsî, tu xizmetê ji wî zimanî re dikî.”

‘Ji bo ziman xebatên dîplomatîk girîng in’

Herî dawî jî Roza Metîna ev tişt anî ziman: “Divê di serî de hişmendiya yekitiyê ava bibe. Ji bo ku mafê me yê ziman li her çar parçeyan û li cîhanê deng vede, divê xebat bên kirin. Di vê mijarê de xebatên dîplomasiyê li gorî min girîng in. Ji ber ku li gor hiqûq û zagonên navneteweyî xwedîderketina zimanê dayîkê mafekî rewa ye. Li dijî êrîşên ser ziman divê em hevgirtineke xurt ava bikin.” AMED

Dikarî Biecibînî