Wîkîferheng: Armanca me ew e ku Kurdî bibe 5’emîn zimanê herî aktîf ê cîhanê

Wîkîferhenga înteraktîf û azad di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê barkirî re, di rêza 9’an de ye. Bi 811 hezar û 307 peyvan re zimanê kurdî, li Rojhilata Navîn jî zimanê herî aktîf e. Wîkîferheng niha jî armanc dike ku ‘Milyonek peyvên kurdî’ lê bar bike

Wiktionary ferhenga înteraktîf û azad e ku têde gelek ferhengên bi zimanên cuda hene. Ferhenga Kurdî jî yek ji wan e ku navê wê jî Wîkîferheng e. Li gorî vê ferhenga înteraktîf û azad, kurdî di nava zimanên di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê barkirî, di rêza 9´an de ye. Heta niha bi 811 hezar û 307 peyvan, bi gelekî li pêşiya tirkî, farisî û erebî ye. Niha hedefa Wîkîferheng ‘Milyonek peyvên kurdî’ ye. Ger bigihîjin hedefa xwe di nav zimanên dinyayê de ew ê bibin 5’emîn zimanê aktîf.

Wîkîferheng di 2’yê gulana 2004’an de ji aliyê Husein Muhammed ê ji Zaxoyê ve hatiye avakirin û niha ji aliyê gelek kesan ku xebata xwe wek ‘zibare’ pênase dikin ve tê birêvebirin.

Wîkîferheng ku niha di nav zimanên din de di rêza 9´an de ye, wekî hedef daniye pêşiya xwe ku dê peyvên kurdî ên di ferhengê de bikin milyonek. Her wiha bang li kesên şareza û dilxwazên kurdî dike da ku bi hev re bigihîjin vê hedefê.

‘Li Rojhilata Navîn zimanê herî aktîf kurdî ye’

Têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Guldem bi rêveberên Wîkîferhengê re axivî. Ji ber ku karê wan kolektîf e, xwestin ku bi ser navê ‘Wîkîferheng’ bersiva pirsan bidin. Wîkîferheng ji ewil bal kişand ser ‘Yek Milyon Peyvên Kurdî’ û wiha got: “Belkî ji wan 500 hezar peyv bin. Yên din guherandin in. Armanca me ya sereke ew e ku ferhengnasiya kurdan bigehînin asteke bilind ku niha di Wîkîferhengê de di nav zimanê Rojhilata Navîn de zimanê kurdî ji aliyê ferhengnasiyê de zimanê herî aktîf e. Niha li gel zimanên çînî, almanî, ingilîzî di reqabetê da ye. Yekemîn armanca yek milyon peyv û guherandin ew e ku di nav zimanên dinyayê de em ê bibin 5’emîn zimanê aktîf. Niha zimanê sereke ingilîzî ye ku xwedî 6 milyon peyv û guherandinan e.”

‘Nêrîneke kurdî û disîplîneke akademîk e’

Wîkîferheng armanca xebata xwe jî wiha vedibêje: “Armanca me ew e ku em kurdînûsan kanalîze bikin Wîkîpediyaya Kurdî ku niha di warê ansîklopediyê û nivîskaran de zeîf e Wîkîpediyaya kurdî. Niha me gelek gotarên kurdî li ser wîkîpediyaya kurdî afirandine bi nêrîneke kurdî û bi disîplîneke akademîk e.”

‘Tu kêmasiya kurdî ji zimanên din nîne’

Di berdewamê de jî Wîkîferheng da zanîn ku ew dixwazin bala kurdan bikişînin ser Wîkîferhengê û xebatên zimanê kurdî û wiha domand: “Tiştên ku Wîkîferhengê ji destpêkê ve pêk aniye dixwaze bike; tu kêmasiya kurdî ji zimanên din tuneye ye. Ew di platform û dinyayeka (dinyaya ferazî, dinyaya sanal de) azadtir de dikare eynî mîna zimanên din ên serdest cihê xwe, li rêzên pêş, bigire. Gava kurdî ji zext û sînoran xelas bibe, ew ê ji zincîr û bendên li dor tê gerandin jî xelas bibe. Hedefa mîlyonek û di rêzên pêş de cihê xwe girtin, dê vê xwebaweriyê bide kurdan. Wekî din, ji çendaniyê zêdetir çawanî hedef û armanca pêştir e. Em dixwazin Wîkîferhengê bo her zimanî bikin çavkaniya yekem. Em dixwazin naveroka peyvan, biwêjan, gotinan baştir û çêtir bikin. Loma kesên pispor, kesên ku di her zimanî de dikarin tiştekî li wîkîferhengê zêde bikin bikarin bi me re bibin alîkar.”

‘Wîkîferheng ji bo etîmolojiyê jî çavkaniyeke sereke ye’

Wîkîferheng destnîşan dike ku ji armanca yek milyon peyvan wêdetir, armanca wan a sereke ew e ku naveroka ferhengê baştir bikin û wiha pê de çû: “Hin ziman di wîkîferhengê de bi gelek peyvan hene, hin ziman hîn tenê bi çend peyvan hene. Wek mînak, van rojan bi alîkariya Husein Muhammed em peyvên Fînlandî di Wîkîferhengê de zêde dikin. Di demeke nêz de Wîkîferhengê bo ferhenga Fînî-Kurdî jî dê bibe yek ji çavkaniyên serektir. Wîkîferheng bo etîmolojî, bo mînakdayîna literatûrî, wêjeyî jî çavkaniyeke gelek dewlemend e. Ji vî alî ve jî em wîkîferhengê dewlemendtir dikin. Mirov a rast bibêje, karên ku hewce bi alîkariya gelek kesan, kesên zana û pisporan heye, karê bi salan hîn jî li pêşiya me ye. Wîkîferheng ji bo nêzikkirina zareve û şêwazerên kurdî jî jixwe kêm zêde tiştnan dike.”

‘Li gorî zimanên din kurdî di rewşeke dezavantaj de ye’

Ansîklopedî û ferhengên mîna ‘Wîkîpediya’ û ‘Wiktionary’ ne tenê li gel kurdan, li gel miletên dîtir jî xwebexşane û bê heqdest tên kirin, lê di kurdî de kesên ku pê bilebike û pêşde bibe zêde tunene. Her wiha elfabeyeke neyekbûyî û pirzaravayî jî karê wan zehmettir dike. Li ser vê yekê jî Wîkîferheng wiha got: “Kesên ku bi hawiyekî aktîf tê de kar dikin, bi giştî li derdora 10 kesan maye. Lê berhem û karê ku beramberî vê pêk hatiye tiştekî bêhempa ye. Mirov dikare bibêje Wîkîferheng, Wîkîpediya bi giştî bi vî awayî tên birêvebirin. Wek mînak ên ingilîzî, almanî û yên din bi giştî xwebexşane, bi tevkariya kesên dixwazin tê birêvebirin. Lê di vî warî de dezavantaja kurdî kêmasiya kesên ku bikarin bibin alîkar e. Wek tê zanîn xwendin û nivîsandin di nav kurdî de bo şert û mercên tên zanîn kêm e. Loma li gor zimanên din kurdî di rewşeke bi dezavantaj de ye. Wekî din, dabeşbûna zareveyî û sînorî û alfebeyî jî dîsa derdikeve beramberî me. Lê dîsa jî kî bixwaze bibe alîkar dikare bi hawiyekî bo vê projeyê bibe alîkar.” AMED