Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê hate avakirin

Ji bo yekitî û birêxistinkirina bawermendên zerdeşt, rêxistinên Mero û Yesnayê li Silêmaniyeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê damezirandina Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê ragihand

Rêxistina Mero ya ji bo felsefeya zerdeştî û Rêxistina Yesna ya ji bo pêşxistina felsefeya ola Zerdeştî dixebite, îro li Hola Emnesoreke ya Silêmaniyeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê ragihand. Dê Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê li Silêmaniyeyê be.

Rêvebera Rêxistina Yesnayê Awat Hisamedîn di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: “Dê Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê hemû rêxistinên Zerdeştiyan di nava xwe de hewîne. Her kesê ku bixwaze di çarçoveya felsefeya zerdeştiyê de rêxistinekê ava bike, divê destûrê ji Navenda Zerdeştiyên Kurdistanê bigire.”

Di daxuyaniyê de jî hat destnîşankirin ku armanca damezirandina navendê ew e ku yekitiya bawermendên zerdeştiyê ava bibe û ji bo ronîkirina rêyên tarî ya neteweya kurd bibe meşaleyek.

Li gorî oldarên zerdeştî, li Kurdistanê bi sedhezaran zerdeştî hene. Nûnerên wan li Wezareta Diyanet û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê heye. Li Herêma Kurdistanê bi fermî 4 rêxistinên fikrî yên zerdeştiyan destûr girtîne. SILÊMANIYE