Yekemîn Komxebata Ziman û Çandan di roja duyemîn de didome

Yekemîn Komxebata Tora Ziman û Çandan di roja duyemîn de berdewam dike. Tê payîn ku dê nexşerêya torê û rêziknameya wê bê amadekirin û weke rapor bê xwendin

Yekemîn Komxebata Tora Ziman û Çandan ku bi armanca diyarkirina nexşerêya xwe li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin, duh dest pê kir. Komxebat di roja duyemîn de berdewam dike. Di komxebatê de nêzî 300 nivîskar, akademîsyen, perwerdekar, weşanger, karsaz, saziyên jinan û çandan beşdar bûne.

Mijarên ku dê di komxebatê de bên nirxandin, dê bibe raporek. Hat zanîn ku rapora ku dê bê amadekirin, di bin navê ‘Dê çawa bibe çare’ tespît bên kirin.

Dê nexşerêya torê û rêziknameya wê jî di heman demê de bê amadekirin û di dawiya komxebatê de jî dê weke rapor bê xwendin.

Komxebat ji çapameniyê re girtî berdewam dike. AMED