Yekemîn Komxebata Tora Ziman û Çandan bi dawî bû

Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan a bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li Amedê du rojan dom kir bi dawî bû

Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan a bi armanca diyarkirina nexşerê û rêziknameya xwe li  Otelek li navçeya Sûrê ya Amedê ku du rojan lidar xist bi dawî bû. Roja ewil a komxebatê 12 maseyên tematîk ku hatibû navakirin, pêşniyarên xwe radestî desteya torê kirin. Pêşniyarên maseyên qadên cûr bi cûr di roja duyem a komxebatê de hatin xwendin. Piştre beşdarvanan li ser pêşniyarên ji bo rêzikname, nexşerê û desteya rêveber kirin. Di encama nîqaş û pêşniyarên îro de desteya rêveberiya ji 27 kesan pêk tê hat hilbijartin.

Piştî nîqaş û pêşniyazan di komxebatê de hunermend û dengbêjan stran gotin. Komxebat bi strana ‘Zimanê Kurdî’ a hunermend Aram Tîgran bi dawî bû.

Desteya rêveber a ji 27 kesan pêk tê dê pêşniyarên ji bo nexşerê û rêziknameyê hatin kirin binirxîne û rêzikname û nexşerêya xwe li gorî vê yekê aşkera bike.

Desteya Rêveber a Torê dê sibê di saet 10.00’an de li Otela Demîr a Sûra Amedê dê encamnameya komxebata du rojan bi raya giştî re aşkera bike. AMED

Dikarî Biecibînî