Derhêner Ersîn Çelîk: Me wêrektiya xwe ji rojnivîskên Sûrê digirt

Derhênerê fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ Ersîn Çelîk wan di nava şert û mercên zehmet de fîlm kişandî ye. Çelîk destnîşan kir ku wan gotina; ‘Em nikarin bikin, em bikin jî encax ev qas e’ qedexe kiribû û wiha domand: “Me wêrektiya xwe ji rojnivîskên Sûrê digirt. Dê ev fîlm baweriya sînemaya kurdî ya bixwe mezintir bike. Ji bo fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ eleqeyeke mezin heye.’

Fîlmê ‘Ji bo Azadiyê’ ku derhêneriya wê rojnameger Ersîn Çelîk dike, di 13’ê çileyê de li Rimêlan a Qamişlo derket pêşberî temaşevanan. Di fîlmê de qala 100 rojên berxwedana Sûrê ya xwerêveberiyê tê kirin. Çelîk di sala 2018’an de li Kobanê dest bi kişandina fîlm kir. Têkildarî fîlmê ‘Ji bo azadiyê’ derhêner Ersîn Çelîk ji ANHA’yê pirsên rojnameger Ekrem Berekat bersivand.

Ersîn Çelîk di serî de bal kişand ser şert û mercên ku fîlm tê de kişandin û wiha got: “Me di destpêka sala 2018’an de li taxa Gumrikê ya Kobanê dest bi kişandina fîlmê kir. Fîlm ji sedî 90-95 li Kobanê hate kişandin. Hinek sehne jî li Qamişlo hatin kişandin. Me hinek dîmenên li Amedê jî bi kar anîn. Dema me dest bi kişandina fîlm kir, şer didomiya. Operasyona Reqayê, êrîşên li dijî Efrîn û herêmên din hebû. Ango şert û merc zehmet bûn. Dîtina lîstikvan û amûran hêsan nebû. Her wiha anîna kesên ji vî kar û teknîkê fêm dikin a Rojava zehmet bû. Kadroyeke berfireh a fîlmê heye. Weke ekîba fîlma Sûrê, me baweriya xwe pê anî ku em dikarin vê fîlmê çêkin. Helbet bi destek û fedakariya gelê Kobanê jî me ev fîlm kişand.”

‘Me sînema weke rêbazeke parastina welat dît’

Di berdewamê de jî Çelîk ev tişt anî ziman: “Sînor gelemperî girtî bû. Me carnan alavên teknîkî bi rêya rojnamegeran anîn. Lê aliyê herî zehmet, aliyê derûniyê yê xebatê bû. Zehmete ku mirov rastiyeke wiha bike fîlm. Pirsa gelo em ê bikarin heqê berxwedana li Sûrê bidin girîng bû. Di şert û mercên heyî de zehmet ku em heqê vê berxwedanê bidin. Fikara vê yekê hebû. Lê me got, ger her tişt amade be jixwe her kes dikare vî karî bike û me şertên heyî li ber çavan girtin. Mînak; wê demê Efrîn dihat dagirkirin. Me jî got divê hunermend nesekinin û di vê çarçoveyê de me xebatên xwe domandin. Me ev yek jî weke rêbazekê parastina welat dît û bi hunerê me jî di parastina welat de cih girt.”

Lîstikvanên di fîlmê de

Çelîk diyar kir ku kurd li welat û derveyî welat xebatên sînemayê dikin û wiha derbirî: “Lê ev xebat di halê hazir de ji hev hinek belave ne. Fîlmên mezin bi produksiyonên mezin re tên çêkirin. Lê me got em nikarin wisa bikin. Lê piştî vî fîlmî em ê bikarin bi produksiyonên mezin re jî bixebitin. Ji bo fîlmên bi kurdî bixwebawerbûn pir girîng e. Mînak, lîstikvanên vê fîlmê, jixwe ew hîs û dilîniya fîlmê berê jî di nava jiyana rasteqîn de jiya bûn. Mesela Rûbar Şervan piştî fîlmê, li Heftanînê şehîd bû. Lîstikvan nebû lê li gorî me rêya herî baş a nîşandana rastiya jiyanî ya sînemaya kurdî, cihgirtina kesên di jiyana xwe de ew rastî dîtine ye.”

‘Bi vî fîlmî re sînemaya kurd dê ji xwe bawertir be’

Bi domdarî jî Çelîk bi lêv  kir ku di sînemayê de hinek amator in û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku pir zêde tecrubeya me ya çêkirina fîlman nîne. Lê me got her çend tecrubeya me têrê neke jî em dikarin bi awayekî profesyonel bifikirin. Dirûşma me ya sereke jî ev bû. Lewma jî me gotina; ‘Em nikarin bikin, em bikin jî encax ev qas e’ qedexe kiribû. Me bi derfet û tecrubeya xwe dizanî lê armanca me ew bû ku bi ya heyî em tişta herî baş bikin. Me ev wêrektiya xwe ji rojnivîskên Sûrê digirt. Divê li welatekî hunermed û rewşwenbîr jî bi qasî şervanan wêrek bin. Ev yek girîng e. Em qala berxwedana 100 rojan a Sûrê dikin. Lê gelek berxwedanên din hene. Lê ev berxwedan veneguhestine sînemayê. Xelîl Uysal 20 sal berê ev yek kir, fîlm kişandin. Di wê baweriyê de me ku dê bi vî fîlmî re sînemaya kurdî ji xwe bawertir be.”

‘Eleqeyeke mezin ji bo fîlm heye’

Herî dawî jî derhêner Ersîn Çelîk wiha got: “Em beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Kolkatayê ya li Hindistanê bûn. Fîlmê me rastî eleqeyeke mezin hat. Hejmara temaşevanan zêdetirî kapasîteya salonê bû. Helbet bandora meraqa der barê bûyerên li vê derê de jî li ser vê yekê heye. Lê belê aliyê xwe yê din ê balkêş jî ew e ku ev rastî di fîlmekê de tên nîşandan. Bo nimûne, biryar hatibû dayîn ku di Mîhrîcana Fîlman a Kalkotayê de fîlm tenê carekê were nîşandan lê belê ji ber daxwaza zêde, fîlm du caran hate nîşandan. Bandoreke zêde li mirovan kir, heta hinek kes digiriyan. Dîsa li vê derê jî wisa dibe. Li Rimêlan û Qamişloyê jî eleqeyeke zêde ji bo fîlmê heye. Niha jî dê di 23-25’ê vê mehê de li Rotterdamê di mîhrîcanê de bê nîşandan. Piştre jî dê di mîhrîcanên din de bê nîşandan.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî