Her kêliya jiyana kurdan divê bi kurdî bixemile

Endamên Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar kirin ku ji bo pêşîlêgirtina pişaftina çand û zimanê kurdî, xebatên torê girîng in. Endaman got ku divê gelê kurd di her kêliyeke jiyana xwe de bi kurdî bi axivin û piştgiriyê bidin xebatên Tora Çand û Zimanê Kurdî

Lêkolîner Zeynep Yaş, nivîskar û bijîşk Erdal Sîpan û parêzer Abdulah Çager têkildarî rewşa ziman, xetereyên li ser ziman û armanc û xebatên Tora Çand û Zimanê Kurdî ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme re axivîn.

Lêkolîner Zeynep Yaş diyar kir ku bi torê re hêz û dînamîkên ku xebatên taybet dikirin, li hev kom bûn û wiha got: “Enerjiyeke nû ava kir. Daxwaz û hêvî hatin nîqaşkirin û plansaziyek hat derxistin. Ji bo xebatê nexşerê û statu hewce ye. Ger ku ev xebat bi planî bê meşandin dikare pêşî li pişaftinê bigire. Hemû kes li ser pişaftinê di axive lê divê tiştek bê kirin. Di demên berê de kurd li gund, navçe û bajaran berbelav bûbûn. Lê niha li bajar û metropolan kom bûne. Ji koka xwe qut bûne. Ev jî pişaftinê hêsan dike. Li gundan her bihostek ax xwedî naveke û her tişt bi kurdî ye. Lê li bajaran çand û jiyana kurdan rastî şikestinekê hat. Ji bo ku em bikarin rola xwe bilîzin, divê em û civak destên hev bigirin.”

‘Em dixwazin çand û ziman di nava civakê de geş bibe’

Nivîskar û bijîşk Erdal Sîpan jî da zanîn ku li Kurdistanê rewşeke awarte heye û wiha domand: “Binpêkirina mafan zêde bûne. Li ser ziman û çandê qedexe zêde bûne. Ji ber vê jî xebateke bi vî rengî pir hêja ye. Bi vê xebatê em dixwazin çand û ziman di nava civakê de geş bikin. Divê zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê de cih bigire. Qedexeya li ser ziman zêde ye. Qedexeye ku em bi zimanê xwe perwerde bibin û xizmetên tenduristiyê bidin. Herî dawî wezareta tenduristiyê 5 ziman diyar kirin lê kurdî nîne. Li vî welatî tirkî, rûsî, almanî, inglîzî û erebî heye lê kurdî tune ye. Ev zilm e. Divê li dijî vê zilmê em bixebitin. Em dixwazin ku kurdek di her kêliya jiyana xwe de zimanê xwe bi axive. Parastina ziman; parastina çand, dîrok û mirov bi xwe ye.”

Xebat dê bên berfireh kirin

Parêzer Abdulah Çager jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Civîna berê ji bo sazkirina torê bû. Di vê civînê de jî 12 mase hatin avakirin û her maseyekê pirsgirêkên qada xwe raxistin ber çavan û li çareseriyê geriyan. Ji ber wê yekê girîng e. Ev xebat dê her roj kûrtir, berfirehtir û geştir bibe. Di encama nîqaşan de biryara berfirehkirina xebatan hat dayîn. Ev 3-4 sal in ku xebatên baroyê yên ji bo ziman berdewma in. Ferhenga Têgehên Hiqûqî çap kir. Qursên zimanê kurmancî didin parêzeran û dîsa dersên kurmancî didin zarokên parêzeran. Em dixwazin zimanê kurdî bibe fermî û bi zagonan bê mîsogerkirin. Wê demê em ê bextewar bibin.” AMED

Dikarî Biecibînî