Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin

Li Amedê bi armanca piştgiriya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin

Li Amedê bi armanca piştgiriya nivîskaran û pêşxistina wêje û ziman Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin. Walîtiya Amedê serlêdana komeleyê qebûl kir û hevserokê komeleyê jî Sûltan Yaray û Hogir Berbir in.

Hevseroka komeleyê Sûltan Yaray anî ziman ku piştî Komeleya Nivîskarên Kurd bi KHK’ê hat girtin, valahiyek çê bûye û ji ber vê komele ava kirine. Yaray da zanîn ku wê komele bi zaravayê kurmancî, kirmanckî û soranî xebatên xwe bike û dê di çaçroveya xebatan de atolyeyan, şevbuhêrkan, panel, semîner û konferansan jî li dar bixin.

Her wiha Yaray diyar kir ku armanceke komeleyê jî piştriya nivîskaran û danasîna berhemên wan e. AMED

Dikarî Biecibînî