14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin

Weşanên Sîtavê 3 jê bi tirkî 14 pirtûk çap kir û gihand ber destên xwîneran

Weşanên Sîtavê ya li Wanê ku bi piranî kurdî weşanê dike 3 jê tirkî bi giştî 14 pirtûk çap kir û gihand ber destên xwîneran. Pirtûka bi navê ‘Tarîhten gunumuze Kurdistan’da zorunlu goçun sosyo polîtîgî (Ji dîrokê heta niha li Kurdistanê polîtîka sosyo ya koçberiya bi darê zorê)’ a Ilyas Erdem e, nivîskar Yusuf Ziya Doger jî pirtûka bi navê ‘Kurt aşiretlerinde alan koruma (Di eşîrên kurdan de parastina qadê)’ derxist û nivîskar Îdrîs Erenç jî pirtûka bi navê ‘Juli’nin sesi (Dengê Jûlî)’ derxist.

Her wiha pirtûkên bi navê ‘Alole’, ‘Ax Şilêrok’, ‘Biratiya Quling û Rûvî’ yên nivîskar Perwîz Cîhanî jî derketin. Pirtûkên bi navê ‘Destan û Stranên Kurdî’ û ‘Xelefê Şêrwanî’ yên Wesfî Ak jî gihîştin ber destên xwîneran. Pirtûka lêkolînê ‘Şeva Yelda’ a Qendîl Şeyxbizînî jî hat çapkirin. Pirtûka ‘Destana Rustemê Zal’ a Nezîr Ocek, pirtûka bi navê ‘Guldesteyek ji Pêkenokên Gelêrî’ ya Mehmet Oncu, pirtûkên ‘Mîrza Mihemed’ û ‘Dilka Dayikê’ yên Silêman Feqiyanî û ‘Ferhenga Kurmancî’ ya ji aliyê Mela Sîdê Nîvilî ve hatiye amadekirin hatin çapkirin.

Di van pirtûkên cihêreng de mijarên wek dîrok, lêkolîn, roman, ziman, mîzah, çîrok û gelek êş û azarên kurdan kişandine cih digirin. WAN

Dikarî Biecibînî