Bila nebe komxebata kurdên spî

Yaşar Eroglu

Ji rojnameya Kurdistan a Mîkdat Bedirxan vir ve hişmendiya zimanê kurdî dest pê kiriye. Li gel bêxemiya kurdan a gelemperî ya ji bo parastina hebûna xwe, ji wir heta îro hewldanên birûmet qewimîne. Çapxane, rojname, kovar, ferheng, pirtûk û gelek organîzasyonên bi vî rengî derketine. Di vê rêyê de Celadet Bedirxan û Hawar bi serê ekoleke mezin û bingehîn in. Rewşenbîrên kurd pêşbîniya hebûna kurdan, ziman, çand û ferhenga kurdan kiriye, ji bo vê hebûnê rola ziman û çandê dîtine, nesekinîne. Peyrevên wan jî ew şopandine, gav avêtine.

Jixwe gelek, neteweyek ger bixwaze bê pêşeroj nemîne, xetere û astengiyên li hember xwe rake, serê pêşîn ev peywir a rewşenbîr û zaneyên wî gelî ne. Sed sal zêdetir e, rewşenbîrên kurd kêm zêde ev peywir bi amûrên cihêreng pêk anîne. Îro, di encama asîmîlasyona xedar û rewşa kurdan a li bajaran, zimanê kurdî xistiye pêvajoyeke xeternak û bi tunekirinê re rû bi rû hiştiye.

Ji ber serêşiya vê rewşê li Amedê hewldan û kar û barên ji bo pêşîlêgirtina vê rewşa kambax hewldanên hêja diqewimin. Em dibînin ku ev hewldan gihîştine encamekê û tevgereke birêxistinkirî hatiye avakirin. Di 11 û 12’ê meha rêbendanê de Tora Ziman û Çanda Kurdî bi mebesta van pirsgirêkan nîqaş bike komxebatek li dar xist. Di rojeva vê civînê de gelek mijar hatin nîqaşkirin, gelek komîsyon hatin avakirin. Biryarên hatin girtin jî bi nirx bûn, hêja bûn. Bi rastî vê konferansê bi xwe re hesasiyetek jî çê kir. Hewayeke erênî wezand.

Mijar hê germ e, tê nîqaşkirin. Pir rojname, malper, kovar û televîzyonan nûçeyên wê ragihandin. Di pir quncikên rojname, bernameyên televîzyonan de konferans bi dilxweşî hat pêşwazîkirin û nîqaş li ser çêbûn. Mirov dikare ji vê yekê re bêje tîbûn. Her kesê ku maf û azadiyan re eleqeder bûn demildest xwe di binê bîreke tarî de dîtin û bûn mehrûmê maf û azadiyan, di serî de jî qada kurdî. Dewletê çarşefeke reş raxiste ser civakê. Salên borî ev tîbûn afirand. Komxebatê pêşiya gelek  nîqaşan vekir û  kesên ku êdî ev mijar ji bîr kiribûn an ketibûne wê merheleyê ji xewê veciniqandin. Helbet bi şîdetperestiya dewletê, pêkûtî, çewisandin, girtin û îşkenceya bi taybetî li ser kurdan û kurdî ev rewş bûbû alîkarê vê encamê.

Carinan çirûskek dibe dawiya hawira tarî û ronî dike. Tenê bi serê xwe pêkhatina vê konferansê hewldaneke mezin bû. Wêrekî bû, di vê tariya şîdetperestan de li Amedê qet nebe hinekî ronîkirina sûk û kolanan watedar e. Wêrekî dorlêger e, wêrekiyan pêk tîne. Bi dilxweşî û kêfxweşî pêşwazîkirina wê kifş dibe. Helbet ne tenê di bin tariya şîdetperestiyê de, di bin bêdengiyê de jî bû dengekî ku bêdengiyê rawestîne. Amadekarên komxebatê karekî baş kir. Ew her hebin.

Di vê çaçoveyê de komxebat gihîşte mebesta xwe. Li gorî qad û karan komîsyon hatin avakirin, nîqaşên kêrhatî hatin kirin, biryar hatin girtin, ji dîmenê derkete holê ku ya herî girîng çoş û heyecaneke xurt bi xwe re anî. Ya ku divê binê wê qalind bê xêzkirin ev e ku ji îro û şûnde wê çawa bibe, wê çawa nêzikayî lê bê kirin, ev biryar wê çawa bên pratîzekirin? Kesên ku beşdar bûne û şahid in baş dizanin ku di navbera salên 2003 û 2015’an de li Amedê pir çalakî û organîzasyonên li ser ziman,  çand û hunera kurdî pêk hatin. Ji çar parçeyên welêt zimannas, wêjenas, hunermend- hunernas û pisporên daneheva kurdî beşdar bûne van organîzasyonan. Lê belê ji aliye asta pêşdeçûna van qadan ve roja îro li gorî salên borî em paşketî mane ku nîqaşên di vê komxebatê de hatine kirin jî vê yekê pişrast dikin. Diyar dibe ku hê xebat ser lingekî diçin û rêk û pêk nehatine kirin.

Bila heman aqûbet neyê serê wê îradeya nû jî. Bertengbûna civînê fikrekî dide. Giranî ji Amedê hatine vexwendin. Navenda xebatên bi vî rengî Amed e û heq dike jî. Lê tenê bi Amedê nabe. Her organîzasyon li der û dorê xwe pêk bê kêmasî çêdibe. Ger ku em bifikirin kê û kîjan der û dor beşdarî vê organîzasyonê bibin û bersiva vê pirsê; ‘Yek ez, yek tu yê din jî kurê mamê min’ be, dîmenekî xweş dernakeve rastê. Ev bibe nêzikayiya organîzasyonê, yê ku ev bar girtine ser xwe nikarin bi vî awayî ji bin bar rabin. A din divê ev bar, îrade û biryar li erdê neminin, pêk bên. Ev hişyariyeke dostane ye. Ne ji bo lêgerîna qulpan e. Me divê bila xebat hişk nebin, tenê di salonan de nemînin, bila nebe komxebateke dorteng weke ya kurdên spî. Helbet ji bo sûcdarkirinê nayê gotin, ji bo moralxirakirinê jî…hişyarkirin ne sûcdarkirin e. Ji ber çi dibêjim? Lewra mixabiniyek heye, em kurd ji gotinên wiha hez nakin. Tenê ji pesnan xapandina xwe bi xwe çêdibe. Ew jî pêşde nabe, dirizîne.

Ger mebesta me vejandina ziman, çand û hebûna kurdan be divê em bala xwe bidine van yekan jî.

Dikarî Biecibînî