‘Zarokên ku bi zimanê dayika xwe nezanin, nikarin kesayeta xwe temam bikin’

Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen diyar kir ku zarok pêşeroja civakekê ne û nabe ku dema qala ziman tê kirin, zarok li derveyî mijarê bên girtin. Esen got: “Dema zarokek bi zimanê dayika xwe perwerdeyê nebîne û wî zimanî di nava civakê de nejî, ew zarok weke xwarineke bêtem, bêxwê û nîvcomayî ye. Ew zarok kesayeta xwe temam nake. Heke hûn bixwazin zarokê we binirx û çanda xwe mezin bibe, hûn dikarin malên xwe bikin dibistan jî.”

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mehmet Esen têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç re axivî. Esen got ku zarokekî ku ji zimanê dayikê bêparmayî, zarokekî nîvco ye

Mehmet Esen diyar kir ku dema qala ziman tê kirin divê zarok li derveyî mijarê neyê girtin û wiha dom kir: “Ji ber ku zarok pêşeroj e. Bi vê sedemê jî di torê de hewcehiya bi xebatên zarokan jî derket holê. Em weke 14 saziyên ku li Amedê kar û barên zarokan dikin, beşdarî torê bûn. Xebatên her saziyekê cuda ne. Em li bersiva pirsa ‘Gelo ji bo civakekê girîngiya zaroke çi ye?’ geriyan. Dema zarokek bi zimanê dayika xwe perwerdeyê nebîne û wî zimanî di nava civakê de nejî, ew zarok weke xwarineke bêtem, bêxwê û nîvcomayî ye. Ew zarok kesayeta xwe temam nake. Tenê xwendin û nivîsandina civakê têra nake. Divê hişmendiya wê civakê jî wergire. Bila ji hemû çand û zimanan re jî vekirî be lê di serî de bila xwe, ziman, çand, dîroka xwe nas bike.”

Saziyên asîmîlekirina zarokan

Esen got ku di komxebata torê de ji bo vê yekê hin pêşniyar jî hatine kirin û wiha pê de çû: “Hin sazî hene pêşî li ber pişaftina zarokên kurdan vedikin. Hinek kampanyaya didin destpêkirin û dibêjin ‘Em ê pirtûkan bibin vî gundî ji bo zarokan.’ Lê tu pirtukên kê dibî ji zarokên kê re dibî? Pirtûkên tirkî ji zarokên kurdan re dibî. Dibe ku armanc cuda be lê tu wî zarokî dikujî. Ew ziman, çand ne yê wan e. Tu diçî wî zimanî ser wan zarokan didî ferz kirin. Heke xizmetek ji bo wan zarokan biçe jî divê li gorî nirxên civakê û jiyana wî zarokî û li gora xwebûna wî zarokî here. Ne tiştekî derveyî wî zarokî ku ew zarok ji xwebûna xwe dûr bikeve.”

Girîngiya mamosteyên pispor

Di berdewamê de jî Esen bi lêv  kir ku saziyên bi zarokan re dixebitin hem di hêla perwerdehiya pedagojîk de û hem jî di hêla çand û zimanê kurdî de mamosteyên wan qels in û ev nirxandin kir: “Dê mamoste çawa nêzî zarok bibe yan jî dema bi pirsgirêkekê re rû bi rû dimîne dê çawa çareser bike? Bersiva vê nîne. Dema ziman jî şaş were zanîn dê şaş were fêr kirin jî. Ji ber ku zarok mamoste ji xwe re wek rolmodel digire. Heke zarok li gorî çand, huner û civaka xwe nirxên xwe yên civakî perwerde nebe û mezin nebe, ew zarok ji destkeftiyê zêdetir dê bibe xetere ji wê civakê re. Ji bo vê jî tişta pêwîst ew zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibîne. Em daxwaz dikin ku zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibînin. Divê ji bo pêşeroja zarokan mirov pirsa ji zarokan bikin.”

‘Hûn dikarin malên xwe bikin dibistan’

Bi domdarî jî Esen bi lêv kir ku li ser pêşniyaran dê lêhûrbunek çê bibe û di demekî nêz de jî dê hin pêşniyarên hatine kirin pêk bînin. Esen wiha berdewam kir: “Tora Ziman û Çanda Kurdî hişmendiyek wisa li civakê dide avakirin. Heke hûn bixwazin zarokê we binirx û çanda xwe mezin bibe, hûn dikarin malên xwe bikin dibistan jî. Qet nebe dawiya hefteyê zarokên xwe bişînin saziyên çand û hunerê ji bo ku hînî ziman bibin.”

Pêşniyarên ji bo pêşxistina çand, huner û zimanê kurdî

Esen diyar kir ku her maseyeke torê balê dikişîne ser hêlên cuda yên civakê û wiha derbirî: “Divê qenaleke me ya kurdî ku tenê karê wê çand, huner û zimanê kurdî be û li ser vê bixebite hebe. Divê her kes jî zarokên xwe teşwîqî temaşekirina wê qenalê bikin. Bila rêzefîlm, belge, portreyên zanyar, hunermend, nivîskarên kurd di wan televîzyonan de werin nîşandan. An jî bernameyên taybet ên li gorî zarokan werin çêkirin. An dersên zimanê kurdî werin dayîn. Divê hişmendiya perwerdehiya ziman were dayîn di televîzyonê de. Aliyekî din nivîskar dikarin ji bo zarok û ciwanan mijarekê ji xwe re diyar bikin û wek fasîkul wan mijaran binivîsin û mal bi mal belav bikin. Her wiha şaredarî dikarin muzîk û metelokên kurdî bi rêya CD’yan an jî rêbazên din li hemû ajokaran belav bikin. Hemû esnafên bajêr dikarin bi kurdî bi muşteriyên xwe re danûstandinê bikin û ji bo vê zanebûnê jî xebat bên meşandin.”

‘Bi dibistanên heyî pirsgirêka ziman çareser nabe’

Têkildarî rewşa dibistanên heyî jî Esen ev tişt anî ziman: “Bi dibistanên heyî pirsgirêka ziman çareser nabe. Ne tenê sed dibistan, hezar dibistan jî vebin têra nake. Divê di serî de ji bo zarokan lêkolînek were kirin. Dema zarokek li ser zimanê dayikê perwerde bibîne destkeftiyên wî çi ne? Dema nebîne di jiyanê de çi kêmaniyan dijî. Hêla wî ya derûnî û civakî were lêkolînkirin û li ser vî awayî raporek were amade kirin. Ji Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê re were pêşkeşkirin. Me ev xebat li nav civaka kurdan de kir û em gihiştin vê encamê ji ber ku di eslê xwe de zimanê vê civakê bi kurdî ye. Dema zarok diçe perwerdeyê bi tirkî dibîne di vê hêlê de kêmahiyan dikişîne. Pêşî dê tespîta pirsgirêkê bikî. Karê lêkolîna ku te kiriye. Dê bi raya giştî re parve bikî, ev lêkolîn hatiye kirin bi civakê bidî zanîn ji xwe xema dewletê nîn e. Ji xwe dewlet li hemberî te di nava xebateke pir mezin de ye. Êdî li gundan jî zarokên 3-4 salî dibin kreşan asîmîle dike. Divê raya giştî bê agahdarkirin ji bo ku milet bizane.”

‘Ger bi sedhezaran kurd ji bo kurdî daxwazname bidin dewlet neçar guh bide’

Esen dest nîşan kir ku Wezareta Perwerdehiyê biryar daye ku li kreş û dibistanên navîn dersên zimanên cuda yên wekî hilbijarte bên dayîn û ev tişt destnîşan kir: “Her kurd ji bo zarokên xwe bi daxwaznameyan biçin serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe dersa kurdî bibijêrin. Ger ku li Kurdistanê 3-4 hezar zarokên kurdan dersên kurdî hilbijêrin dibe ku dewlet deng jî neyne xwe û xwe bêxem bike. Lê ger ku bi sedhezaran kurd ji bo zarokên xwe daxwazname bidin û kurdî hilbijêrin dewlet neçare gavan biavêje. Yan dê di dibistanan de polên taybet veke yan jî ji bo kurdî mamosteyan tayîn bike. Dibe ku di demekê de her tişt çê nebe, lê dê gavek bê avêtin.”

Tayînkirina qeyûman û girtina kreşan

Di berdewamê de jî Esen bal kişand ser tayînkirina qeyûman û ev tişt anî ziman: “Beriya ku qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin, kreş di destê şaredariyan de bûn û kurdan zarokên xwe dişandin kreşan û fêrî kurdî dikirin. Lê ji ber ku niha li wan krêşan perwerdehiya bi kurdî tuneye, malbat neçar in zarokên xwe bişînin dibistanên tirkî. Hin xemxurên ziman di dawiya heftê de zarokên xwe dişînin atolyeya çand, ziman û hunerê lê ev ne bes e. Bêtir zarokên kedkaran tên atolyeyan. Li aliyê din li bajarên ku hatin xerabkirin, malbatên ku xanî û bajarên wan hatin xerabkirin zarokên xwe dişînin atolyeyan.”

‘Zarok pêşeroja civakê ne’

Herî dawî jî hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen wiha got: “Zarok pêşeroja civakê ne. Berpirsyariya zarokan berpirsyariya pêşerojê ye. Ji ber vê yekê zehmet e û giran e. Di serî de mamosteyên ku li atolyeyan dersê didin, divê di aliyê ziman, çand û dîroka kurdan de serwer bin û zarokan baş perwerde bikin. Derûniya zarokan baş bizanin. Ji ber vê yekê divê berê mamoste bên perwerdekirin. A din divê tenê em bi 10-12 atolyeyan bi sînor nemînin û hejmarê pir zêde bikin. Divê li hemû tax, gund, navçe û bajaran vê hişmendiyê pêş bixin. Li hemû deran malên çand, huner û ziman ava bikin û her kes zarokên xwe bişînin van malan. Dîsa divê ji bo zarokan em materyalên dersê û robotîk ava bikin û zarok karibin bi van materyalan fêrî çand û ziman bibin. Dîsa bi rêya medyayê em dikarin bi fîlmên weke karton çand û ziman bi zarokan bidin fêrkirin û divê malbat jî bi zarokan bidin temaşe kirin û gelek mînakên wekî wê.” AMED

Dikarî Biecibînî