‘Bi xwepişaftinê re em jî di bin parçeyeke polîtîkaya asîmîlasyonê’

Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER’ê yê Colemêrgê Naîf Beyter da zanîn ku dewletên li erdnîgariya Kurdistanê serwer, li dijî gelê kurd polîtîkayeke kûr a pişaftinê dimeşînin. Beyter got; ‘Her çiqas ev polîtîkaye hebin jî, li hêla din em jî bi xwepişaftinê re dibin parçeyeke vê polîtîkayê.’

Di 11-12’ê çileyê de li Amedê Komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî hat lidarxistin. Di encama komxebatê de biryarên girîng hatin dayîn û 12 maseyên ku dê xebatên ziman ên komxebatê bimeşînin hatin avakirin. Têkildarî girîngiya ziman û Komxebata Ziman û Çanda Kurdî, rêveberê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Colemêrgê ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Naîf Beyter ji MA’yê re axivî.

Naîf Beyter da zanîn ku gelê kurd bi polîtîkayên pişaftinê yên kûr re rû bi rû ye. Beyter diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina vê polîtîkayê, hewcehî bi xebateke mîna Tora Ziman û Çanda Kurdî hebû û wiha got: “Yek ji mezintirîn pirsgirêka kurdan, pişaftina bi pergalî ya dewletên li ser erdnîgariya wan e. Di rewşa heyî de em jî dibin parçeyeke xwepişaftinê. Di dema Rewşa Awarte de gelek saziyên ku xebatên çand û zimanê kurdî dimeşandin, hatin girtin. Vê jî ziyaneke mezin da ziman û çanda kurdî.”

Zarokên hînî zimanê xwe bûn di jiyanê de zîrektir in

Beyter got ku di serdemeke ku xwepişaftin ewqas pêş ketî de xebateke mîna Tora Ziman û Çanda Kurdî gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê xebat li temamiya herêmê belav bibin. Weke KURDÎ-DER’ê di demên berê de di asta herêmî de me xebatên gelek girîng kirin. Ji bo ku zimanê kurdî di mal û kargehan de bê axaftin û ji bo ku kurdî bibe zimanê kolanê, hewldanên me yên girîng çêbûn. Heta ku kesên ji Rojava dihatin û qet kurdî nedizanîn, bi saya KURDÎ-DER’ê hînî zimanê kurdî bûn. Bi vê boneye jî xebatên li ser Tora Ziman û Çanda Kurdî divê li malan belav bibin. Bi tecrûbeyên me yên berê jî xuya bû ku zarokê bi zimanê xwe dizane li gorî yên hînî zimanê xwe nebûne, di jiyanê de zîrektir in. Her wiha ev zarok di hînbûna zimaneke biyanî de jî li gorî zarokên din pêşdetir in.”

Armanca xebatan

Herî dawî jî Beyter ev tişt anîn ziman: “Ji bo ku xebatên ziman bi rêk û pêktir bimeşin, hewceye ku hem sazî û hem jî kes ji hêza xwe bêhtir bixebitin. Ji bo pêşxistina ziman û çanda xwe em jî di asta herêmî de amade ne ku tişta dikeve ser milê me pêk bînin. Di çarçoveya parastina çand û ziman de li Colemêrgê em dikarin ji bo ku çanda dengbêjiyê bidome, ji bo ku cil û bergên herêmî êdî di nava jiyana rojane de bên lixwekirin û ji bo ku ziman êdî di temamiya jiyana rojane de bê bikaranîn xebatan bimeşîni. Em di wê baweriyê de ne ku xebateke bi vî rengî dê bike ku gelê me li çanda xwe dûr nekeve û nifşên nû jî çand û zimanê kurdî biparêzin.” COLEMÊRG

Dikarî Biecibînî