Lidarxistina 4’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan serkeftineke mezin e

Endama Komîteya Amadekar a 4’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan Rûmet Beko anî ziman ku tevî hemû şert û mercên zehmet jî, li dar xistina mîhrîcanê serkeftineke mezin e

Xebatên şanoyê yên li Efrînê yên beriya Şoreşa Rojava, di nava derfetên kêm de dest pê kir. Gelemperiya mijarên lîstikên şanoyê jî pirsgirêkên civakî bûn. Xebatên şanoyê yên wê demê tenê ji skeç û lîstikên kurt ku ji 3 heta 4 lîstikvanan pêk dihat. Exlebe ev lîstik jî di şahî û pîrozbahiyên Cejna Newrozê de dihatin pêşandan. Rewşa şanoyê ya li Efrînê heta Şoreşa Rojava jî bi vî awayî domiya. Lê bi rizgarkirina Efrînê re bendên ku rejîmê li ber civaka Efrînê danîbûn hatin rakirin û di şanoyê de jî pêşketinên mezin çêbûn.

Yek ji van pêşketinan jî Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ye. Mîhrîcan di sala 2014’an de pêk hat û vê gavê kir ku di hêla şanoyê de pêşketinên mezin çêbibin. Di vê çarçoveyê de komên ciwanên xwedî bawernameyên bilind, eleqeyeke mezin nîşanî mîhrîcanê dan û di pêşxistina şanoyê de jî bûn xwedî rolekî baş. Her wiha dewreyên perwerdeyê yên şanogeriyê hatin vekirin û testên şanoyê hatin nivîsandin.

Dika ‘Çiyayê Kurmênc’

Heta sala 2018’an ku dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, tevî astengî, dijwarî û derfetên kêm, karê şanoyê pêşve çû û sê dewreyên serkeftî yên Mîhrîcana Mîtan derbas bûn. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk bi sedhezaran efrînî koçî kantona Şehbayê bûn. Di nava şert û mercên koçberiyê de desteya çand û hunerê bi koordîneya Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê dika şanoyê ‘Çiyayê Kurmênc’ ku hatibû wêrankirin, ji nû ve ava kir. Li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc 4’emîn Mîhrîcana Şano ya Mîtan li dar dikeve.

 

Sedema nebaşiya rewşa şanoyê rejîm bû

Têkildarî rewşa şanoyê ya li Efrînê, ji rêveberên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê û endama Komîteya Amadekar a 4’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan, Rûmet Beko ji ANHA’yê re axivî. Beko anî ziman ku dîroka şanoyê li Efrînê gelek kevn nîne û wiha domand: “Ji ber zilma rêjîma Sûriyeyê ya li ser kurdan, piraniya xebatên şanoyê wekî skeçan bû û di çarçoveyeke teng de bûn ku di şahî û cejna Newrozê de dihatin pêşandan.”

Ji ber êrîşên dewleta tirk xebatên şanoyê sekinîn

Beko diyar kir ku kêmbûna derfetan ji bo pêşxistina rewşa şanoyê û hebûna şanogehekê tênê li kantonê li pêşiya wan dibû astengî û wiha domand: “Li dar xistina Mîhrîcana Mîtan li Kantona Şehbayê, di nava şert û mercên zehmet de serkeftineke mezin e. Ji ber êrîşên dewleta tirk pêşketina xebata şanoyê rawestiya. Pirsgirêk zêde bûn, hejmara lîstikvanan kêm bû û ji bo avakirina dika şanoyê zehmetî hebûn. Lê tevî vê jî 4’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan li dar ket. Ev yek serkeftineke mezin e.” ŞEHBA

 

Dikarî Biecibînî