Dengbêjên kurd: Ger yekitî ava bibe Kurdistan dê bibe yek parçe

Denbêjên kurd ên li Mêrsînê bang li hemû kurdan kirin ku ji bo yekitiyê hewl bidin. Denbêjan da zanîn ku ger yekitî ava bibe dê denbêj xweşiktir bistirin û Kurdistan dê bibe yek parçe

Ji bo avakirina yekitiya neteweyî  ya gelê kurd, ji welatiyan heta hunermend, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl û gelek derdorên cuda, bangawazî tên kirin. Di vê çarçoveyê de jî hem Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û hem jî partiyên kurdistanî yên li bakurê welat, lez dan xebatên xwe. Bi vê boneyê bi taybet jî li Rojava, Başûr û li dîasporayê bi pêşengiya KNK’ê hevdîtinên girîng hatin kirin. Li bakurê welat jî bi pêşengiya Xebata Tifaqa Kurdistanî, Komxebata Yekitiya Neteweyî hate lidarxistin.

Têkildarî yekitiya neteweyî ya kurd, ji dengbên ku Halîl Çetîn (63), Tahsîn Turk, Kamîle Demîr û Hanîfe Îbren ji MA’yê bi Ergîn Çaglar re axivîn. Dengbêjan destnîşan kir ku hewceye dengbêjên kurd ji bo yekitiyê bên cem hev û ger yekitî ava bibe dê kilamên xweştir bên gotin.

‘Ger yekitî ava bibe dê denbêj xweşiktir bistrin’

Dengbêj Halîl Çetîn (63) da zanîn ku gelê kurd niha di qonaxeke dijwar re derbas dibe û wiha got: “Heger yekitiya neteweyî pêk bê wê kilamên xweştir bên gotin. Dê dengê dengbêjan xweştir û bilintir derkeve. Dê dengbêj bi eşqeke din kilamên xwe bibêjin. Hewceye ku denbêj jî ji bo yekitiyê bên cem hev. Hêvîdar im ku em yekitiya kurdan bibînin. Bila kurd dest bidin destê hev û li dora heman armancê bibin xelek.”

‘Dengbêjî dîroka kurdan e’

Ji denbêjan Kamîle Demîr jî anî ziman ku bi salane di stranên wan de şer û êş heye û wiha domand: “Denbêjî dîroka kurdan e. Dengê kurdan e. Di hemû klaman de jiyan, zehmetiyên jiyanê û êş hene. Lê dema ku yekitî hate avakirin, wê demê em ê bikarin tiştên pir xweş di klamên xwe de bistirên. Îşalla em yekitiya xwe ava bikin.”

Bang li hemû kurdan kir

Der barê mijarê de dengbêj Tahsîn Turk (67) jî destnîşan kir ku yekitî gelek girîng e û wiha pê de çû: “Ez bang li hemû kurdan dikim ku bibin yek. Di vê serdemê de hewcehî herî zêde bi yekitiya neteweyî heye. Ger ku di vê serdemê de yekitî bê avakirin, Kurdistan dê bibe yek parçe. Her tim gotina ‘Yan hûn dê xizmetê ji me re bikin, an jî hûn ê bên kuştin’ li kurdan ferz dikin. Ji ber vê jî yekitî gelek girîng e.”

Dengbêj Hanîfe Îbren jî anî ziman ku demek beriya demekî divê kurd yekitiya xwe ava bikin. Îbren got ku yekitiya kurdan dê di heman demê de bi xwe re azadiyê jî bîne. MÊRSÎN