Hunermendê nemir û bilbilê Kurdistanê: Mihemed Şêxo

Hunermendê nemir Mihemed Şêxo di 9’ê adara sala 1989’an de li Qamişlo çû ser dilovaniya xwe. Hunermend Şêxo di temamiya jiyana xwe de bi stranên xwe êşên gelê xwe vegot. Niha niha jî yek ji sembola hunera kurdî ye

Hunermend Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xecukê yê li başûrê rojavayê bajarê Qamişlo ji dayik bû. Malbata wî ji 14 endaman pêk dihat û Mihemed Şêxo kurê malê yê herî mezin bû. Li xwendekara xwe Nesrîn Hisên Melek evîndar dibe û evîn digihije asta eşqê. Strana xwe ya ‘Nesrîn’ jî ji bo wê straye. Piştre pê re dizewice û 4 zarokên wan çêdibin. Navên zarokên wan Felek, Îbrahîm, Birûsk û Bêkes e.

Mihemed Şêxo dibistana seretayî li gundê xwe Xecukê xwend û ya navîn jî li Qamişloyê temam kir. Xwişka wî Amşe Şêxo dibêje: “Ji ber ku di dibistanê de xwendekarekî zîrek bû, pênûsa zêrîn wergirt.” Hevalê wî yê hunermend Saîd Ferso dibêje ku tevî ku Mihemed Şêxo di dibistanê de serkeftî bû, ji ber hezkirina jenîna Bizqê dev ji xwendinê berda. Sedema berdana wî ya dibistanê rewşa dijwar a malbatê nebû.

Hunermendê eşq û evînê

Di sala 1965’an de çavên Mihemed Şêxo lawaz dibin û ji ber vê jî ji leşkeriya mecbûrî ya dewleta Sûriyeyê xelas dibe. Mihemed Şêxo êş û azarên welat di stranên xwe de rave kirin. Weke hunermendê xizanan hate naskirin. Hunermendê eşq û evînê. Hunermendê Kurdistanê û xizmetkarê doza gelê kurd. Şêxo di stranên xwe de bal dikişand ser azarên gel ên li her çar parçeyên Kurdistanê.

Xwişka wî Amşe Şêxo (70) niha li gundê Temuye yê li nêzî Qamişloyê dimîne. Amşe dibêje; “Mihemed Şêxo di ciwantiya xwe de dest bi rêwîtiya hunerê kir. Bizq ji galonên zeytê, text û tay jî ji biskên hespan çêdikir.”

Koçberî Beyrûdê dibe

Mihemed Şêxo ji ber zextên ewlehiyê jiyana xwe bi koçberî û penaberiyê derbas kir. Di sala 1970’an de berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûdê û li wir bi qasî 4 salan dimîne. Di wê demê de gelek şahî û şevbuhêrkên hunerî li dar dixe. Her wiha gelek hunermendên ereb ên navdar ên mîna Fêroz, Wadîi El Safî û Semîre Tewfîq nas dike.

Li Başûr gelek hunermendan nas dike

Di salên ku li Lubnanê dimîne de, Mihemed Şêxo du caran diçe Iraqê û li wir hinek stranên xwe di radyoya Bexdadê ya beşa kurdî de tomar dike. Li wir gelek hunermendên kurd ên mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Di serdana duyem de di sala 1973’yan de bi Mele Mistefa Berzanî re dicive.

Albûma yekemîn

Di sala 1974’an de careke din vedigere Sûriyeyê û yekemîn albûma xwe li paytexta Sûriyeyê Şamê tomar dike. Lê ji ber ku navarokên stranên wî netewî bûn, rastî zextên rejîma Baas tê.

‘Wê demê kesekî nedikarî peyveke kurdî bikira’

Hevalê wî humermend Saîd Ferso ji Şêxo gelek bandor dibe. Ferso ku ev 24 sal in li kolana giştî ya li taxa Xerbî ya Qamişlo li dikana bi navê ‘Dîlan’ dixebitîne, qala serpêhatiya Mihemed Şêxo kir. Ferzo ev tişt anî ziman: “Wê demê hejmara hunermendan kêm bû. Demekî dijwar bû û bi taybet jî piştî salên 90’î kurdekî nedikarî peyveke bi kurdî bikira. Hunermend Mihemed Şêxo ji ber stranên xwe rastî zextên rejîma Baas hat. Bi xwe ne girêdayî kesekî bû. Tenê dixwest bibe dengê civaka xwe.”

Di sala 1974’an de ji ber zextên rejîma Baas, Mihemed Şêxo neçar dimîne berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Li wir tev li refên pêşmerge yên ku di wê demê de li dijî pergala Iraqê serî hilda bûn, dibe.

Albûma ‘Ey Felek’ derxist

Lê şoreşa Mele Berzanî di encama lihevkirina Cezayîrê di navbera Iraq û Îranê de, di 6’ê adara 1975’an de ku li gorî wê Îranê piştgiriya xwe ji Barzanî qut kir, bi ser neket. Ji ber wê Mihemed Şêxo diçe bajarê Mahabadê û albûma xwe ya duyemîn a bi navê ‘Ey Felek’ tomar dike. Ji girîngtirîn berhemên wî yên stranan e.

 

Li Îranê jî tê sirgûnkirin

Ji ber ku naverokên stranên Mihemed Şêxo siyasî û neteweyî bûn, desthilatdariya Îranê ji Mihemed Şêxo dixwaze ku dest ji stranan berde. Piştre jî sirgûnî bajareke kurdan ê li nêzî deryaya Qizwîn û li nêzî sînorê Azerbaycanê tê kirin. Li wir jî hînî farisî dibe. Her wiha li heman cihî, Mihemed Şêxo perwerdeya zimanê erebî dide. Li wir li xwendekara xwe Nesrîn Hisên Melek ku keça serokekî pêşmergayên Komara Mahabadê bû, evîndar dibe û pê re dizewice.

Ferso dibêje ku Mihemed Şêxo ji ber siyaseta desthilatdariya Îranê nikarî li wir jî bistre û wiha domand: “Mihemed Şêxo gelek kasetên xwe şandin. Di nav de strana ‘Xem û xeyala te ez revandim’ jî heye. Ev stran di nav şêniyên Qamişloyê de deng veda. Ji ber ku hinekan gotin desthilatdariya Îranê dest an jî tiliyên wî qut kirine. Lê ji ber qutbûna agahiyan kesek nizanî çi pê re çêbûye.”

Kurdî ji tarîtiyê anî ber ronahiyê

Stranên neteweyî yên Mihemed Şêxo bûn sedem ku ew barên girtin, îşkence û sirgûnkirinê ji hêla rejîma Baasê ve rake. Ritma kurdî ji tariyê veguhest ronahiyê. Bi rêya afirîneriyên xwe dibistana stranbêjiyê pêş xist. Tabloyeke mozaîk ji muzîka kurdî ya li Rojava re ava kir.

Bi domdarî jî Ferso wiha got: “Nemir Mihemed Şêxo ji bo hunermendên kurd roleke sereke lîst. Hunera kurdî pêş xist û meqamên wê fireh kirin. Tevî ku hinek meqamên din lê zêde kirin, bi Şir Arban, Acem, Nehewand û meqamên rojavayî re bi taybetmendî û ritmên kurdî ku giyanek dan ritma kurdî. Mihemed Şêxo ne tenê hunermend bû, di heman demê de sembola xêzkirina azarên gelê xwe bû.”

Careke din vegeriya Qamişloyê

Piştî zehmetiyên dijwar li Îranê û tewanbariya komunîzmê piştî şoreşa îslamî di sala 1979’an de, Mihemed Şêxo di dadgehên pasdarên Îranê de hate dadgehkirin. Lê piştre serbest hate berdan. Di wê demê de desthilatdariya Sûriyeyê Mihemed Şêxo efû kiribû. Ji ber wê di sala 1983’yan de tevî malbata xwe vedigere Qamişlo.

Xwe de nava tûrikên teniyê de veşart

Tevî ku rêveberiya dewleta Sûriyeyê Mihemed Şêxo efû kiribû, lê dîsa jî ji hêla cîhazên emnî yên cuda ve rastî zextan dihat. Têkildarî vê mijarê xwişka wî wiha got: “Min alîkariya wî dikir û nêzî salekê min ew li gund veşart. Rojekê dewriyeyeke ewlehiya siyasî ya rêveberiya dewleta Sûriyeyê bi ser mala min de girt. Mihemed Şêxo bi lez çû ser banê malê û xwe di nav tûrikên tenî de veşart. Ji ber vê jî tu kesî nedît.”

Hunera kurdî li Sûriyeyê dihat înkarkirin û qedexe bû. Di çarçoveya polîtîkaya qirkirina çandî û pişaftinê de zexteke mezin hebû. Kurdan nedikarin dibistaneke hunerî vebikin û çanda xwe vejînin. Her tişt hate wêrankirin û her kesê hewl dida çanda kurdî vejîne, dihate sirgûnkirin. Armanc tunekirina çanda kurdî bû.

‘Ger hûn ziman û tiliyên min jê jî bikin ez ê dev ji hunerê bernedim’

Amşe destnîşan kir ku Mihemed Şêxo gelek caran ji hêla rêveberiya dewleta Sûriyeyê ve hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Carekê li girtîgeha Hesekê hate girtin. Li wir heya 15 rojan hate îşkencekirin. Jê xwestin ku dev ji stran û hunerê berde. Lê wî biryara xwe dabû û got; ‘Çi dixwazin bikin lê ez dev jê bernadim. Careke din li Dêrikê hate girtin û gefa jêkirina ziman û tiliyên wî lê hate xwarin. Lê Mihemed Şêxo ji wan re got; ‘Ger hûn qut bikin jî ez ê bi tiliyên lingê xwe lê bidim.’”

‘Qirika wî êş û azarên kurdan vedigotin’

Stranên Mihemed Şêxo bi taybetmendiya xwe ya neteweyî û şoreşgerî dihatin naskirin. Ji guhdaran re çîroka gelê kurd û azarên wî wek stran vedigotin. Di vê çarçoveyê de Saîd Ferso wiha dibêje: “Mihemed Şêxo di stranên xwe de banga azadiyê dikir. Stranên mîna ‘Azade şêrîn’, ‘Ay lê gulê’ û strana ji bo Mazlûm Dogan. Di strana wî ya ‘Baxçe gulan’ de qala zehmetiyên rê û çawaniya derbaskirina wê dikir. Di stranên wî de gelek êş û azar hene. Dema mirov stranên wî guhdar dike bi êş û xemgîniyê dihese. Min kesek mîna wî bi hest li bizqê dide nedît. Xwedî taybetmendî û xeyalên hunerî ji bo xizmeta doza kurd bû. Qirika wî êş û azarên gelê kurd vegotin.”

Piştî ku Mihemed Şêxo vedigere Sûriyeyê, di sala 1987’an de studyoya bi navê ‘Tomargeha Felek’ li ser rêya Amûde vedike. Lê piştî çend mehan hêzên ewlehiyê yên dewletê studyo girt û birayê Şêxo ê bi navê Beha girtin. Stidoya heya nîha girtî ye û tê de tevahiya kasêt hene.

Koça dawî

Mihemed Şêxo di 6’ê adara 1989’an de piştî derketina ji girtîgehên Baasê, krîza dil derbas kir. Yekser wî dibin nexweşxaneya Watanî ya Qamişloyê. Lê di sibeha 9’ê adarê de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe mîraseke hunerî ya ji 120 stranan hêla.

Xwişka hunermend Şêxo, Amşe Şêxo wiha dibêje: “Rêveberiya dewleta Sûriyeyê li dijî wî tundiyeke bizanabûn meşand. Bi kehrebê îşknece kirin. Derzî kirin pêçiyên wî û bi tevahiya rêbazên din îşkence kirin. Dema wefat kir lingên wî ji ber îşkenceya dijwar, şîn bibûn.”

Bi dehhezaran şêniyên bajarê Qamişloyê hunermendê nemir Mihehemed Şêxo li Goristana Hilêliyê oxir kirin. Her sal şêniyên bajêr û hunermend di 9’ê adarê de hunermend Mihemed Şêxo bibîr tînin û serdana gora wî dikin. Weke ku di straneke xwe de jî gotibû;

“Gava ez mirim gelî zindiya

Min ne veşêrin wekî hemûya

Gorêt min çêkin bin siha çiya

Kêlêt min çêkin ji dû keziya

Hemû adara hûn min hişyar kin

Da bikim şînî ji bo me hemûya”

Saîd Ferso diyar kir ku Mihemed Şêxo di stranên xwe de banga yekitiyê dikir. Ger niha hebûye wê rewşa heyî ya ku gelê kurd tê re derbas dibe red bikira û got: “Îro strana kurdî pêşketî ye. Lê navaroka wê ne li gorî qonaxê ye. Pêvajo ya biratiyê ye.”

Di sala 2011’an de piştî destpêkirina şoreşa Rojava û ji bo bîranîna hunermend Mihemed Şêxo, şêniyên bajêr navendeke çand û hunerê bi navê wî vekirin. 6 komên muzîk, stran û dîlan di navendê de perwerdeyên xwe dibînin.

Îro û piştî derbasbûna 31 salan li ser wefata hunermend Mihemed Şêxo lê hîna dengê wî ji tevahiya aliyên bajêr tê. Mîna ku zindî ye. Niha stranên wî ji berê zêdetir tên guhdarkirin.

Çavkanî: Ehmed Semîr/QAMIŞLO-ANHA