Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûkên nû çap kirin

Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûkên nû yên bi navên ‘Di Gotinên Pêşiyan Kurdan Jin’, ‘Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek Li Ser Rexneya Edebî’, ‘Ferhan Ingilîzî-Kurdî’ û ‘Kemalîzm ve Kurd Ulusal Sorunu 1’ derket

Weşanxaneya Sîtavê pirtûka ‘Di Gotinên Pêşiyan Kurdan Jin’ a Mehmet Oncu, pirtûka ‘Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek Li Ser Rexneya Edebî’ ya Rebî Zêbarî, pirtûka ‘Ferhan Ingilîzî-Kurdî’ ya Mûsa Altûn û ‘Kemalîzm ve Kurd Ulusal Sorunu 1’ ya Evîn Çîçekê çap kir.

Pirtûka ‘Di Gotinên Pêşiyan Kurdan Jin’ a Mehmet Oncu, ji 268 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de gotinên pêşiyan ên der barê jinan de hene.

Pirtûka ‘Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek Li Ser Rexneya Edebî’ ya Rebî Zêbarî, der barê wêjeya herêma Behdînan de ye.

Pirtûka ‘Ferhan Ingilîzî-Kurdî’ ya Mûsa Altûn jî ji 800 rûpelan pêk tê û ‘Kemalîzm ve Kurd Ulusal Sorunu 1’ ya Evîn Çîçek jî dê bi giştî 5 berg bên çapkirin û di berga ewil a hatiye çapkirin de nivîskar belgeyên der barê kurdan de analîz kiriye. Di pirtûkê de Çîçek bal kişandiye ser şexsiyet, sazî, dezge, partî û tevgerên kurdan. WAN