Rojnameya Xwebûnê dest bi weşana Podcastê kir

Rojnameya Xwebûnê dest bi weşana Podcastê kir. Xwebûn Podcast dê bi mijarên cihêreng ji bo guhdarên xwe weşanê bike

Navenda Nûçeyan |

Rojnameya Xwebûn dest bi weşaneke nû kir. Rojnameyê li ser malpera xwe, bernameya yekemîn a Xwebûn Podcastê bi pêşkêşiya mamoste û lêkolînerê muzîka kurdî Veysî Varli weşand. Mêvanê yekemîn ê bernameyê stranbêjê kurd Mesûd Gever bû.

Mesûd Gever di hevpeyvînê de diyar dike ku hunera kurdî û henera bi zimanê kurdî ji hev cuda ne û divê muzîka kurdî ji rehên xwe dûr nekeve. Gever balê dikişîne ser erka hunerê û wiha dibêje: “Huner hişyarbûna giyanî ye. Mirov bi hunerê giyanê xwe nas dike û xwe bi derdora xwe dide nasîn.”

Stranbêj Gever der barê têkiliya ziman û hunera kurdî de jî nêrînên xwe tîne ziman û dibêje ku hunermend berpirsiyarên ziman in û heger kurdî ne zimanê wan ê rojane be divê albumên kurdî çênekin.

Bernameyên Xwebûn Podcastê dê li ser malpera wê, youtube, spreaker û soundcloudê bên parvekirin.

Dikarî Biecibînî