Lîstika ‘Daweta Xwînê’ li ser youtube hate parvekirin

Şanoya Bajêr ya Amedê ku ji ber vîrûsa koronayê nikare derkeve ser dike, lîstika xwe ya yekem a bi navê ‘Daweta Xwînê’ li ser malpera xwe ya youtubê parve kir

Bi belavbûna vîrûsa koronoyê (Covîd-19) re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê, çalakiyên girseyî hatin qedexekirin. Yek ji van qadan jî şano ne. Ji ber ve sedemê jî lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê nikarin derkevin ser dikê.

Lîstikvanên Şonaya Bajêr a Amedê bi rêbazeke cuda xwe digihînin şanohezan. Dê lîstîka xwe ya bi navê ‘Daweta Xwînê’ li ser hesabê xwe yê youtubê pêşkeş bikin.

Lîstika ku ji aliyê Federîco Garcîa Lorca ve hatiye nivîsandin  û Ferhad Feqî derhêneriya wê dike, hîn di seetên yekem de ji aliyê sedan kesan ve hate temaşekirin. AMED

Dikarî Biecibînî