Çarşema Sor: Roja vejînê

Bi rasthatina cejnê re di çarşema yekemîn a meha nîsanê de li gorî salnameya rojhilat, gelê êzdî amadekariyên cejnê dikin. Cejna Çarşema Sor an jî sersala êzdî yan jî roja vejînê. Ji afirandina erdê destpê bike heya xuluqandina tevahiya zindiyan. Ev roj wek cejneke pîroz di ola êzdî de tê hesibandin

Çarşem rojeke fadil e,

Melik Fexredîn ji eşiq û dil afrandibû,

Nas nedikir rihetî û xefiletê

Çarşem rojeke bê hesab e

Ji ba wan meleka hatî ev cewabe

Derîyên xêrê divekirîn ji rojhilat heta rojava

Ev ayînên ola êzdî girêdayî Çarşema Sor in. Bi duakirinê û spaskirina Melekê Tawis temam dibin.

Çîroka peydabûnê (Afirandina dinyayê)

Tevî ku her olek ayîn û baweriyên wê cuda ne lê navaroka hemûyan yek e û banga îbadeta xwedê û yekbûna wî dikin. Ola êzdî jî bawer dike ku xwedê jiyan di roja çarşemê de vejandiye. Li cem Êzdiyan ew roj, roja afirandinê ye. Ji ber ku êzdî di dirêjahiya dîrokê de ji ber êrîşên domdar, piraniya çanda xwe ya olî winda kirine. Lê agahiyên xwe ji beytên olî werdigirin. Di beyta afirandina dinyayê de wiha tê gotin:

Xwedawendê me înê kir esas e

Şemî boyê berê kiras e

Çarşem boyê kir xilas e

Çarşema yekemîn a ji meha nîsanê li gorî salnameya rojhilat (kurmancî) wek cejna kurdên êzdî tê hesibandin. Bi navê Çarşema Sor tê binavkirin an jî sersala êzdî. Ev cejn di biharê de tê pîrozkirin. Dema gul, kulîlk û xecxecok dipişkivin û xweza bi wan rengîn dibe. Li gorî oldarên êzdî û temenmezinan, navê cejnê ji rengê xecxecokê hatiye. Ji aliyekî din ve hinek dibêjin ku gelê êzdî di gelek împeratoriyan de gelek xwîn rijandiye.

Mamosteyê ola êzdî, Nesîm Şemo dibêje ku mîtolojiya êzdî îşaret pê dike ku dinya destpêkê tarî û mij bû. Li ser wê tebeqeyek qeşe hebû. Xwedê jî Melekê Tawis di roja çarşemê de şand Erdê da ku ava bike. Tê de jiyanê vejîne. Bi fermana xwedê, Melekê Tawis wek firindeya Tawis cara yekemîn li Laleşê (Cihê hecê êzdiyan) daket erdê. Laleş li herêma Şîxan li başûrê Kurdistanê ye. Ji ber hebûna qeşeyê, Tawis li ser darê Hirar darê xwedayê mezin disekine. Bi hêza xweda bi germahiya rojê tebeqeya qeşe dihele û rastiya rûyê erdê derdikeve. Erd bi gul û kulîlkên rengîn xwe dixemilîne. Sor, zer û kesk. Ji ber wê ev roj wek roja destpêka biharê hate hesibandin û bi sersala êzdî lê hate binavkirin.

Li gorî oldaran heta sala 612 beriya zayînê kurdan, ev roj weke rojeke olî dihate pîrozkirin. Lê piştî gelê kurd azadiya xwe ji împeratoriyên herî mezin a wê demê xwest, axa Kurdistanê bi xwîna gelê kurd hate avdan. Di vê rojê de êrîşeke li dijî Împaratoriya Medya ya kurd pêk hat. Ji ber wê ev cejn veguherî cejneke olî û neteweyî. Heta ku Şêx Adî Bîn Misafir El-Hikarî yê ku wek lêvegerek olî ji ola êzdî re tê hesibandin, di hinek beytan de behsa vê mijarê wiha dike:

Çarşema serê nîsanê

Şêx Adî, şêx Şims xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzdîxanê

Ew e cejna Kurdistanê

Bi rasthatina cejnê re di çarşema yekemîn a meha nîsanê de li gorî salnameya rojhilat, gelê êzdî amadekariyên cejnê dikin. Cejna Çarşema Sor an jî sersala êzdî yan jî roja vejînê. Ji afirandina erdê destpê bike heya xuluqandina tevahiya zindiyan. Ev roj wek cejneke pîroz di ola êzdî de tê hesibandin.

Di vê rojê de êzdî sibê zû şiyar dibin, cilên herî xweşik li xwe dikin û li gorî derfetên xwe yên aborî qurbanan serjê dikin. Deriyên malên xwe bi gul û xecxecogê dixemilînin.

Di dema ku jin bi amadekirina xwarinan re mijûl dibin, keç û xort 12 hêkên kelandî reng dikin. Her sê hêk bi rengê demsalekê boyax dikin. Dikin sîniyekê û didanin navenda malê. Li cem êzdiyan hêk sembola giloverbûna cîhanê ye. Êzdî beriya zanyarê îtalî yê navdar Galîlo bi hezaran salan zanîn ku erd gilover e. Kelandina hêkê jî tê wateya cemedkirina erdê. Qaliqên hêkê piştî kelandinê îşareta helandina tebeqeya qeşeyê li ser rûyê erdê. Boyaxkirina wê jî rengên gul û kulîlkên ku bi hatina Melekê Tawis re rengîn bûne destnîşan dike. Yanî bihar destpêka jiyanê ye.

Nîsan Bûka Sale ye

Gelê êzdî roja sêşemê beriya cejnê serdana gorên miriyan dikin. Jin jî hinek hêk, şêranî û fêkî bi xwe re dibin û di nav xwe de û li ser xizanan belav dikin. Gelek kevnşopiyên kevin ên taybet bi vê cejnê hene. Lê di vê mehê de cot nayê ajotin û ax nayê kolandin. Ji ber ku gul, kulîlk û piraniya giya di vê mehê de dipişkivin. Her wiha zewac jî di vê mehê de qedexe ye. Tê bawerkirin ku anîna bûkekê di vê mehê de wê xem û derd ji xwediyê male re bîne. Tê gotin ku meha nîsanê bi xwe dawetek e. Ji ber wê meha nîsanê bi navê Bûka Salê binav dikin.

Nîsan bûka salê, di ser xwe re bûk nîn e.

Çarşema Sor û êzdiyên li Rojava

Li Rojava êzdî li herêmên Cizîr û Efrîn û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin. Bi êzdî, kurd, suryan di herêmên ku lê hene de şahiyên çandî lidar dixistin. Stran û dîlan ji çanda kurd û bernameyên çandî û şanoyên girêdayî ola êzdî dihatin pêşendan. Êzidî li Rojava tevahiya ayînên cejnan ji bilî ayînên ku li Laleşê, bi cih tînin.

Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, roja Çarşema Sor weke rojeke betlaneyeke fermî li tevahiya saziyên fermî yên rêveberiyên ku hatin avakirin, hate diyarkirin.

Êrîşên dewleta tirk

Lê artêşa tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de gundên êzdî hedef girtin. Di encamê de gelek şênî şehîd û birîndar bûn. Ji ber tirsa pêkanîna komkujiyan li dijî êzdiyan û vegerandina dîroka fermanan li Efrînê, êzdiyan warên xwe yên li Efrînê berdan û tevî bi hezaran efrîniyan berê xwe dan kantona Şehbayê. Çeteyên artêşa tirk a dagirker mezarên olî wêran kirin. Jê ya herî kevin Barsa Xatûn li gundê Qastel Cindo bû. Êzdî serdana gorê dikirin da ku dua bikin û hêviyên wan pêk werin. Gelek dîmenên hovîtiya çeteyan a li dijî êzdiyan û gelê kurd li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Di heman demê de li êzdiyan çûna mizgeftê ferz kirin.

Li rex talankirina milkên êzdiyan ên bi hinceta ku ji wan re helal e, çeteyên dewleta tirk a dagirker peykera Zerdeşt ê ku li ber navenda Komeleya Çandî ya Êzdî hatibû danîn şikandin û navenda komeleyê şewitandin.

Di vê dawiyê de jî li Serêkaniyê êzdî rastî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê hatin. Çeteyan zêdetirî 8 gundên êzdiyan talan kirin û şêniyên wan gundan koçber kirin. Li bajarê Serêkaniyê jî şaxek Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê hebû.

Li Şengalê pîrozkirina cejnê

Piştî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê, gelê êzdî berxwedana li dijî terorê bi alîkariya hêzên gêrîla pejirand. Gêrîla Şengal vegerand û teror şikand. Niha êzdî li Şengal û Laleşê tevahiya ayînên xwe pêk tînin. Îsal ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, li gelek dewletên cîhanê Çarşema Sor tenê bi lidarxistina ayînên olî tê pîrozkirin.

Çavkanî: Sîpan Silo-Rênas Remo/ ANHA

Dikarî Biecibînî