Wênesaz Altuntaş ‘Bîr’ a Sûrê zindî dike

Wênesaz Ercan Altuntaş wêneyên avahî û taxên Sûr a Amedê yên ku ji hêla dewletê ve bi temamî hatine tunekirin, xêz dike. Altuntaş wiha dibêje: “Ji bo ku van deveran di bîra me de bi cih bikim, min xwest wan jinûve xêz bikim. Li dijî rûxandinên ku didomin, min xwest bi bîreke dîtbar tev bigerim.”

Dewleta tirk ku bi hovane êrîşî Sûr a Amedê kiribû, li vî bajarê qedîm texrîbateke mezin çêkiribû. Her wiha ji sedî 87 a navçeyê hat îstimlaqkirin û ji ber vê xwediyê milkan bê xanî man. Wênesaz Ercan Altuntaş jî kuçe û avahiyên navçeya Sûrê yên ku ji hola dewleta tirk ve hatine tunekirin, xêz dike û hewl dide bîra Sûrê zindî bihêle. Altuntaş têkildarî mijarê ji MA’yê bi Lezgîn Akdenîz re axivî.

Altuntaş diyar kir ku şêniyên Sûrê yên ji warê xwe bûne di têkiliya mirov, cih, terkirin, biyanîbûn û tenêtiyê de bi trawmayekê re rû bi rû mane û wiha got: “Li gel vê şahidiyê, bilêvkirina felaketa li navçeyê pir zehmet e. Şeş taxên Sûrê hatine hilweşandin û kavilên wan bi kamyonan birin. Dê bê qey li van taxan şîn heye. Bi rûxandinê re, bîra (hafize) kurdan xistine bin xetereyê. Mînaka vê jî li Sûrê bêmekankirina bîrê ye.”

‘Dixwazim bi xebata xwe mekan zindî bihêlim’

Bi domdarî jî Altuntaş gotina Euklîdest ku dibêje; ‘Çi bê bîra me, em wê dizanin’ bi bîr xist û wiha domand: “Ji bo ku van deveran di bîra me de bi cih bikim, min xwest wan jinûve xêz bikim. Li dijî rûxandinên ku didomin, min xwest bi bîreke dîtbar tev bigerim. Avahiyên ku nasnameya mekan in, ew cihê ku aîdiyeta çandî lê pêk tê û didome bi xwe ye. Dixwazim bi xebatên xwe mekan zindî bihêlim, aîdiyeta wê û aîdiyeta şahidên wê biparêzim û bi vê boneyê veguhêzînim dema bê.”

‘Tiştên ku li vir qewimîn polîtîk in û dijderketineke’

Herî dawî jî Altuntaş ev tişt anî ziman: “Dema min tax, xanî û mekanên hatine tunekirin xêz dikirin û bi forma wan a xweser re bilî dibûm, rastî çîrokên nû hatim. Kuçeyên Sûrê rasterast bi rengan tê bîra me. Em di serê xwe de cîhaneke mîstîk û biefsûn ava dikin. Li hêla din jî bi kirêcê boyaxkirina xaniyan, bi tena serê xwe çîrokek e. Mesela rengê şîn ê deriyan, mirov dikare wekî pêwendiya bi raboriyê re pênase bike. Tiştên li vir bi her awayî polîtîk in û dijderketinek e. Hê nîqaşên der barê pişaftin, zext û zoriyan didomin. Mirov ji warê xwe, ji bîra xwe tên dûrxistin. Lê em li vir in. Em şahidên tiştên li Sûrê ne û em nikarin wekî ku qet tiştek nebûye tev bigerin.” AMED

Dikarî Biecibînî