‘Ziman ruhê mirove û divê em ruhê xwe nekujin’

Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Bahattîn Rûbar anî ziman ku zimanê kurdî bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Rûbar got ku divê di her kêliya jiyana kurdekî de zimanê kurdî bê axaftin û got: “Çimkî ziman, wekî ruhê mirov e. Heger tu ji zimanê xwe dûr bikevî, tu yê ji ruhê xwe jî dûr bikevî.”

15’ê gulanê roja weşana Kovara Hawarê ye. Ev roj ji sala 2006’an ve jî wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Bi boneya vê rojê endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Bahattîn Rûbar ji MA’yê bi Mujdat Can re axivî.

Bahattîn Rûbar anî ziman ku li ser kurdî polîtîkayeke dijwar heye û wiha got: “Televîzyonên kurdî, radyo û rojname hatin girtin. Ji xeynî van, talûkeyeke hîn mezintir heye ku em nabînin. Her ku diçe hejmara kesên bi kurdî diaxivin kêm dibe. Ziman bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Zarokên me bi zimanên biyanî diaxivin. Mirov dibêjin; ‘Ma ez bi zarokên xwe re, bi hevalên xwe re bi tirkî baixivim dê çi bibe.’”

Bi domdarî jî Rûbar diyar kir ku li her qadê zext û zorî liser ziman hene û wiha pê de çû: “Gava qeyûm hatin tayînkirin, ji ewil tabeleyên kurdî daxistin û malperên kurdî girtin. Ji bo tunekirina ziman jî zext didomin. Ziman ji hêlekê ve amûr û amrazeke asîmîlekirin û biyanîbûna mirovî bi xwe ye. Lewma divê em vê talûkeyê bibînin û li gor wê tev bigerin.”

Erka malbat û derdorên siyasî

Di berdewamê de jî Rûbar destnîşan kir ku li cihekî wekî Cizîra Şirnexê êdî zarok bi tirkî diaxivin û wiha derbirî: “Dibe ku malbat heta cihekî pêşî li vê yekê bigirin lê ya din dikeve ser milê derdorên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên din. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Gava kesek ne bi navê me lê bi navekî din ba me dike, li zora me diçe. Asîmîlasyona li ser ziman jî tiştekî wiha ye. Heger wisa dewam bike, em ê bi navekî xerîb û bi zimanekî xerîb bên naskirin.”

‘Divê ziman bikeve nava her kêliya jiyanê’

Herî dawî jî Bahattîn Rûbar ev tişt anî ziman: “Di 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de hemû kes li ser hesabên xwe yên civakî parvekirinên xwe bi kurdî dikin. Lê rojek piştre careke din bi tirkî dinivîsinin. Divê kurdî bibe awayê jiyanê. Divê ji ewil em kêmasiyên xwe derbas bikin piştre cejna ziman pîroz bikin. Ji bo pêşxistina ziman çi hewce be divê bê kirin. Divê em di jiyana xwe ya rojane de, li bazarê, li malê û hwd. bi kurdî bi axivin. Divê em micid nêzî mijara ziman bibin. Divê em beşdarî dersên onlîne bibin. Çimkî ziman, wekî ruhê mirov e. Heger tu ji zimanê xwe dûr bikevî, tu yê ji ruhê xwe jî dûr bikevî. Em ji ruhê xwe dûr nekevin û bedena xwe nekujin.” ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî