Dengê xwebûn û zanînê: Hawar

Kovara Hawarê ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e, di gelek hêlan de ji bo kurdan pêşengtî kir. Têkildarî girîngiya Hawarê Celadet Elî Bedirxan di hejmara yekemîn de wiha dibêje: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin.”

Wekî qonax û çerxeke dîrokî, Kovara Hawarê di dîroka xebatên kurdî de roleke taybet lîstiye. Di 15’ê gulana sala 1932’yan de li Şamê bi pêşengiya Celadet Elî Bedîrxan û hogirên wî Kamûran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn û Nûredîn Zaza di dîroka xebatên kurdî de rûpeleke nû hate vekirin. Kovara Hawarê her çend bi tîpên erebî di destpêkê de xebatên xwe birêve biribin jî, piştre bi biryareke radîkal ber û bergeha xebatên kurdî guherand û hejmarên mayî bi tîpên latînî derxist.

Qonaxa xwebûnê, hawara zanîn û têkoşîna zimanê kurdî, Kovara Hawar ji sala 1932’yan heta 1943’yan de ango 11 salan weşana xwe domand û 57 hejmar çap bû. Ji çapên kovarê yên destpêkê 23 jê bi alfabeya Latînî-Erebî, hejmarên din jî tenê bi alfabeya latînî hate çapkirin. Yekemîn hejmara Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932y’an de derket û heta 15’ê tebaxa 1943’yan, 57 hejmar derketin. Cîhê xebat û weşandina kovarê paytexta Sûriyeyê Şam bû. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşangeriya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji wêjeya kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin.

‘Ziman şerta heyînê ya pêşîn e’

Kovara Hawar çavkaniya xwe ji mîrateya wêjeya klasîk a kurdî digre. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn a kovarê de wiha dibêje: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e.”

Bi kar anîna tîpên latînî

Helbet ceribandina alfabeya latînî, bi ekola Hawarê ve nikare bê girêdan. Beriya Hawarê li nav kurdên Sovyetê, hewldana afirandina alfabeya Kurdî-Latînî ji aliyê Erebê Şemo û Îsheq Maragulov ve hatibû kirin. Ew prose tenê ne li nav kurdan, her wekî din li nav welatên cîran nemaze jî li nav tirkan weke ‘înqlaba tîpan’ derketibû meydanê û encam û serencama polîtîkaya neteweyî destnîşan dikir. Lê Kovara Hawarê wê demê bi wê biryarê ku li gorî kodên wê demê biryareke gelek radîkal bû, alfabeya latînî li ser wê serdemê ferz kir û dirûvê xwe da gelek xebatên kurdî. Ev biryara Kovara Hawarê, di nav xwe de teqabulî rastiyeke dema xwe dikir. Daner û kedkarên kovarê, xwestin ku bi bikaranîna alfabeya latînî, berê kurdan, feraseta kurdan û dahatûya kurdan bidin Rojava-Ewropayê. Di vir de îxtîmalen faktora tesîra Fransiyan jî heye lê tiştê ku wê demê ji aliyê dewletan ve dihatin kirin, ji aliyê Celadet Bedirxan û hogirên wî ve hatin kirin.

Di Kovara Hawarê de li gel weşana kurdî, rûpelên frensî û erebî jî hebûn. Di her hejmarekê de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23’yan nivîsên kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemû hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Elî Bedirxan ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Lûbnanê derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tev li wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn de di wêjeya kurdî de bûn kesên navdar.

Cejna Zimanê Kurdî

Ew tradîsyona ku bi Hawarê derket meydanê û wekî saziyeke dewletan e geşe da, lewma îro ji bo xebatên kurdî girîng e. Ji ber aliyê wê yê dîrokî û aktûel, di sala 2006’an de roja damezirandina Kovara Hawarê (15’ê gulanê) weke Cejna Zimanê Kurdî hate qebûlkirin. Ev roj her sal li seranserî Kurdistanê tê pîrozkirin.

Çavkanî: Denîz Îke/ANF- AMED

Dikarî Biecibînî