Xefûr Xanê Nawdeşt û Keleha Nawdeştê

Keleha Nawdeştê di navbera salên 1890 û 1953’yan de ji hêla Xefûr Xanê Nawdeştî ve ji bo şerê li dijî ingilîzan hate avakirin. Beşekê kelehê ji hêla ingilîzan ve hate rûxandin û beşa din jî şêniyên herêmê bi birina kevirên wê re rûxand

Li gundê Lêwje yê Binarê Qendîlê bermahiyên kelehekê hene û tê gotin ku dîroka kelehê digihe destpêka sedsala 20’an. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji aliyê yek ji axayên eşîra Ako yê bi navê Xefûr Xanê Nawdeşt ve hatiye avakirin.

Her çiqas bermahiyên kelehê kêm mabin jî, hêj di nava kelehê de odeyek heye. Keleha Nawdeştê heta niha şahidiya gelek qonaxên dîrokî kiriye. Hinek bermahiyên kelehê di êrîşên ingilîzan de tune dibin. Kevirên beşa din a kelehê jî ji bo ku di avahiyên nû de bên bikaranîn, ji hêla şêniyên gund ve hatiye rûxandin.

Li dijî ingilîzan hate avakirin

Têkildarî dîroka kelehê xwendekarê doktoroyê yê dîroka nû ya hevçerx Seîd Ehmed ji Rojnewsê bi Mihemed Hesen re axivî û ev agahî dan: “Xefûr Xanê Nawdeşt ku temelê kelehê daniye, di navbera salên 1890 û 1953’yan de jiyaye. Piştî Şerê Cîhanê Yekemîn û di dema nakokî û guhertinên leşkerî û siyasî yên dewleta tirk û ingilîzan, li Başûr xwedî rolekî girîng bû. Piştî ku têkiliyên Xefûr Xan û ingilîzan xera bûn, vegeriya Lêwjeyê û ji bo xwe parastina ji êrîşên ingilîzan jî dest bi avakirina kelehê kir.”

Keleh li ser girekî li bakurê rojavayê gundê Lêwjeyê hatiye avakirin. Ji du qatan û çend odeyên mezin, mêvanxane, xwaringeh, Xan Sarayî û hola perwerdeyê pêk tê. Bi kevir, kisil û bilûkên sor hatiye avakirin. Penahiya dîwarê wê nêzî metreyekê ye. Li her çar aliyên kelehê ji bo çavdêriyê û parastina kelehê çend kun hene. Her wiha hewzekî avê têde heye.

75 rojan li kelehê li ber xwe dan

Ev keleh weke xalek bihêz û nîşaneyeke balkêş a eşîr û fermanrewayî ya Xefûr Xane Nawdeşt e. Li gel alozbûna peywendiyên li gel ingilîzan, keleh dibe hedefa êrîşên leşkerên ingilîz û bi hevkariya eşîrên hevpeyman. Piştî berxwedanek nêzî 75 rojan, ji ber qutkirina ava kelehê hêza Xefûr Xan neçar dibe ku kelehê vale bike. Piştre jî keleh tê desteserkirin û di sala 1919’an de bi temamî tê talankirin.

Bermahiya kelehê heta sala 1969’an jî xweşik mabû. Lê piştre şêniyên gund berên wê ji bo çêkirina xaniyan bi kar anîn. Piştî ku ber û darên wê derxistin ziyanek mezin gihişt kelehê. Ji kelehê niha tenê hewza wê baş e. QENDÎL