Bilûrvanê nemir ê Kurdistanê: Qale Mere

Bi ser wefata bilûrvanê nemir ê kurd Qale Mere re 11 sal derbas bûn. Bilûrvanê ku awazên wî ji kûrahiya deng û rengên resen ên Kurdistanê dihat, di her kêliyê de xwedî li vê reseniyê derket. Her çiqas bi ser mirina wî re 11 sal derbas bibin jî, awazên bilûra wî di ruh û hestên kurdan de zindî ne

Bilûrvanê nemir Qadir Ebdulazade ku nasnavê wî Qale Mereyê Bilûrvan bû, di zivistana sala 1925’an de li gundê Kulice yê bajaroka Bokan a rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku kesekî bêdeng bû, Şêx Mihemedê Şêx Burhanê Mûkriyanî navê Qale Mere lê dike. Qale Mere beriya ku ji dayik bibe, bavê wî rehmet dike. Her wiha di 6 saliya emrê xwe de jî dayika xwe winda dike. Di axaftineke xwe de wiha qala jiyana xwe dike: “Temamiya emrê min di nava bêkesî, hejarî û bêşensiyê de derbas bû.”

Bilûrvan Qale Mere bi gelek hunermend û helbestvanên navdar ên kurd ên weke Hesen Zîrek, helbestvanê mezin Hêmin Mûkriyanî û Hejar Mûkriyanî re hevaltî kir. Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê (Mahabad) û bidarvekirina pêşengên wê, Qale Mere jî qaçax dibe û koçî başûrê Kurdistanê dike. Heta demekê li mala Ebas Axayê Serkepkan û Ehmed Axayê Koyê dimîne. Çend sal piştre careke din li Rojhilat vedigere. Li Rojhilat, Îran û Başûr tev li gelek mîhrîcanên bi nav û deng dibe û gelek caran hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Resentiya muzîka kurdî parast

Qale Mereyê Bilûrvan di sala 1950’an de li navenda radyoyên Sine, Tehran, Mahabad û Ûrmiyeyê, her wiha li radyo û televîzyona Kirmaşanê gelek parçeyên mûzikê bi bilûra xwe tomar kirine. Qale Mere di zimanê farisî de bi navê ‘Gencine Muteherik’ ango di bi navê ‘Xezîneyek gerok’ beşdarî mîhrîcanên mûzîkê yên Îranê dibe. Bilûra Qale Mere her tim awazên ku pesnên xweşikbûna Kurdistanê û xwezaya wê didin, lê dixe. Bi vê yekê re daîm bû parêzvanê resentiya muzîka kurdî.

‘Kesên mîna wî pir kêm in’

Têkildarî awazên Qale Mere, muzîkjen û endamê Koma Muzîka Lor a li Silêmaniyeyê Govend Ebdullah ji Rojnewsê bi Terze Tahe re axivî. Ebdullah diyar kir ku hunera Qale Mere li hemû cîhanê xwedî cihekî girîng û taybet e. Ebdullah wiha domand: “Kesên mîna wî pir kêm in. Ji vê ye ku piştî wî tu kesê mîna wî derneket. Bi bilûra xwe gelek tişt afirandin û heke xebateke akademîk bê kirin dê ev afirînerî bêhtir bê dîtin. Berhemên wî hatin paşguhkirin. Lê belê şêwazên bilûra wî ewqas bilindin ku divê li navendên akademiyan bên xwendin.”

Gelek kes tev li merasîma cenazeyê wî bûn

Bilûrvanê nemir Qale Mere di 21’ê gulana sala 2009’an de, di 84 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke giran li Bokan a rojhilatê Kurdistanê rehmet kir. Bi hezaran hezkiriyên wî yên ji deverên cuda yên Kurdistanê, herikîn Bokanê û tev li merasîma cenazeyê wî bûn. Cenazeyê Qale Mere li ser wesiyeta wî, di 25’ê gulanê de li Bokanê li rex hunermendê nemir Hesen Zîrek hate definkirin. SILÊMANIYE