Belgefîlma ‘Siya Avê’ êdî li ser înternetê ye

Belgefîlma ‘Siya Avê’ ku çîroka 2 jinên gundê wan di bin Bendava Ilisuyê de mane vedibêje, êdî li ser înternetê ye

Belgefîlma ‘Siya Avê’ ku derhênêriya wî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Metîn Yoksu dike û çîroka 2 jinên gundê wan di bin ava Bendava Ilisûyê de ma ne vedibêje, li ser înternetê jî ji xwegihandinê re vebû.

Galaya belgefîlmê di 16’ê sibatê de li Êlihê hatibû kirin û li Sêrtê jî çend caran hatibû nîşandan. Piştî derketine vîrûsa koronayê, nîşandana belgefîlmê hatibû betalkirin.

Kesên dikarin belgefîlmê temaşe bikin dikarin li ser vê lînkê xwe bigihîninê; https://www.youtube.com/watch?v=86Bijdw8PRk ÊLIH