‘Hûn min li ku veşêrin jî, dayika min dê min bibîne”

Kovara xêzeromanê ya kurdî Zrîng, 261 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin xêz kir. Di karîkatûr de wiha tê gotin: “Hûn min li ku veşêrin jî, dayika min dê min bibîne.”   

Kovara xêzeromanê ya bi kurdî Zrîng ku mehane weşan dikir û ji ber vîrûsa koronayê navber dabû weşana xwe, bûyereke grîng û xemgîn xêz kir. Kovarê, 261 cenazeyên di kanûna 2017’an de ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û pişt re ku li Goristana Kilyosa Stenbolê di qûtiyên plastîk de di bin peyarêyê de hatibûn veşartin xêz kir.

Di karîkatûrê de Zrîngê de dayikek kurd a ku xwe li ser peyarêya cenaze di bin de ye çêmandiye û peyarêyê maç dike hatiye xêzkirin. Di karîkatûr de wiha tê gotin: “Hûn min li ku veşêrin jî, dayika min dê min bibîne.” AMED

Dikarî Biecibînî