Hejmara dawî ya Kovara Psychology Kurdî derket

Hejmara dawî ya Kovara derûnînasiyê Psychology Kurdî derket. Di vê hejmarê de kovarê cih ji şewba koronayê re veqetand. Di heman demê de ji bo xwendekaran pirtûka ‘Ji Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksiyeteyê’ jî hatiye wergerandin û li kovarê hatiye zêdekirin

Navenda Nûçeyan |

Kovara derûnînasiyê ya bi bi navê Psychology Kurdî ku ji çar mehan carekê derdikeve, herî dawî di destpêka sala nû de hejmara xwe ya 10’emîn derxistibû. Kovar bi hejmareke taybet li ber destê xwînerên xwe ye. Ev hejmar li ser vîrûsa koronayê (Covîd-19) hatiye amadekirin.

Kovarê PDF’ên vê hejmara xwe li ser hesaba xwe bêpere parve kir. Di kovarê de cih ji gelek nivîsên têkildarî şewba koronayê re hatiye veqetandin. Di heman demê de pirtûka bi navê ‘Ji Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksiyeteyê’ (Coronavirus Anxiety Workbook) a ku ji hêla Komeleya Tenduristiyê (The Wellness Society) ve hatiye amadekirin jî hatiye wergerandin û li kovarê hatiye zêdekirin. Pirtûka navborî ji 30 rûpelan pêk tê.

Di vê hejmarê de Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya ‘Tenduristiya derûnî û pandemiya Covîd-19ê’ re mijara şewba koronayê ji xwendekaran re vedibêje û bandora wê ya li ser derûniyê vedikole.

Derûnbijîşk Dr. Azad Dildar nivîsa ‘Psî-korona şewba xedar û derûniya mirov’, derûnînas Siyabend Aslan bi nivîsa ‘Vîrûsa koronayê û derûniya mirovan’ û derûnînas Leyla Nisêbînî jî bi nivîsa ‘Şewba koronayê û bertekên li hemberî wê’ re mijara şewbê bi berfirehî nirxandin e.

M. salîh Bedirxan jî di nivîsa xwe ya bi ser navê ‘Parastina zarokan a ji vîrûsa koronayê’ re bandora vîrûsê ya li ser zarokan dinirxîne. Nivîs hatiye latînîzekirin. Kenan Ormek jî ligel hin wêjekaran axiviye û bi navê ‘Di rojên koronayê de jûra wêjekaran’ nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Her wiha di vê hejmara taybet de nivîsên kesên weke Dr. Necat Keskîn, derûnnas Yûsûf Siyahtaş, şêwirmendê derûnî Erdal Gul, derûnînasa klînîkî Newroz Xebat Yildirim û derûnînas Serwer Rêzikê hatine weşandin.

Kesên dixwazin xwe bigihînin hejmara dawî ya Psychology Kurdî dikarin vê lîngê bitikînin:

https://psychologykurdi.wordpress.com/2020/05/31/psychology-kurdi-hejmara-taybet/%20Psychology%20Kurd%C3%AE%20%E2%80%93%20Hejmara%20Taybethttps:/psychologykurdi.wordpress.com