‘Dixwazim êş û elemên kurdan bi awazên xwe bistrêm’

Jina ciwan Neslîhan Edîş ji gundê Aşûtê ya Colemêrgê ye û ji zarokatiya xwe ve bi dengê xwe bala her kesî dişîne. Edîş dibêje ku ji dengbêjiyê hez dike û dixwaze ku li ser şopa Eyşe Şan û Meryemxanan keyfxweşî û êşên kurdan bi awazên xwe bistre

Gelê kurd bi rêya dengbêjiyê çanda xwe ya bi hezaran salî heta roja me ya îro aniye. Dengbêjî ku di heman demê de bûne bargirên dîroka kurdan, malavanî ji bîra kurdan re kiriye. Lewre jî dengbêj di civaka kurd de xwedî cihekî taybet in. Neslîhan Edîş (18) ku ji gundê Aşûtê yê Çêlê ya Colemêrgê ye, bi dengê xwe bala hemû kesî dikişîne. Êdîş ku bi guhdarkirina hunermendên nemir ên weke Eyşe Şan, Meryem Xan û Şakiro mezin bûye, dixwaze çanda dengbêjiyê bidomîne.

Edîş di temeneke biçûk de dest bi dengbêjiyê kiriye û dixwaze mîna Eyşe Şanê êş û elemên kurdan bi stranên xwe vebêje. Edîş ji Jinnewsê re axivî û wiha got: “Ji zarokatiya xwe ve stranan dibêjim. Ji stranbêjiyê gelek hez dikim. Bêyî ku haya malbata min jê hebe min stran digotin. Ji ber ku gotina stranan weke şerm dibînin. Lê piştî ku malbatê bihîstî ku ez stranan dibêjim, piştgiriyeke mezin dan. Li dibistanê jî mamosteyên min gotinên erênî dikirin û van gotinan hêz da min. Piştre min pirsa; ‘Çima ez nekarim bikim?’ ji xwe kir. Ez dikarim li pey şopa Eyşe Şanan û Meryem Xanan bimeşim. Gelek hunermendên kurd ên jin hene. Wan jî wekî me karê malê dikir û her karekî din dikirin. Lê niha pêşengên çand û hunera kurd in.”

‘Dayikên me derd û kulên xwe bi stranan anîn ziman’

Bi domdarî jî Edîş ev tişt anî ziman: “Jinên kurd ji berê ve êş û keyfxweşiyên xwe bi stranan anîne ziman. Berê dayikên me û mezinên me, di nav nexweşiyan de û xweşiyan de tim û tim stran gotine. Bi stranan hem ew bûyer nedane jibîrkirin û hem jî bi vî awayî aram bûne. Dayikên me derd û kulên xwe ji tu kesî re nedigotin û bi stran ew anîne ziman. Ji ber vê jî bi rastî jî stranbêjî tişteke pir cuda ye.”

‘Eyşe Şan û Meryem Xan bûne çiraya çanda kurd’

Herî dawî jî Edîş wiha got: “Dengbêjî di çanda kurdan de hunera herî kevn e. Ev çand bi saya jinan tu caran bi dawî nebûye û heta roja me ya îro hatiye. Dengbêjên nemir ên wekî Eyşe Şan û Meryem Xan bûne çiraya çanda kurd. Ez jî wekî ciwanek kurd dixwazim li ser rêya wan bimeşim û di pêşerojê de êş, zilm û serkeftinên jinan bi stranên xwe ragihînim nivşê nû.” COLEMÊRG