Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê sibehî dest pê dike

18'emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê di 12'ê hezîranê de onlîne dest pê dike. Mîhrîcan dê li ser sîteya Fîlmmor webê bê weşandin û heta 22'yê hezîranê jî bidome 

Navenda Nûçeyan |

18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê ji ber pandemiya şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) dê di 12’ê hezîranê de li ser onlîne dest pê bike.

Tê payîn ku di mîhrîcanê de dê ji 38 welatan fîlm ji temaşevanan re bên pêşkeşkirin. Mîhrîcana ku dê li ser sîteya Fîlmmor webê were şopandin,  dê heta 22’yê hezîranê berdewam bike.

Dikarî Biecibînî