Deriyê Qesra Îshaq Paşa careke din li ziyaretvanan hate vekirin

Qesra Îshaq Paşa ku berhemekî dîrokî yê Kurdistanê ye, ji ber şewba koronayê deriyê wê li ziyaretvanan hatibûn girtin. Bi rakirina qedexeyê re jî deriyê qesrê careke din li ziyaretvanan hatin vekirin

Deriyê Qesra Îshaq Paşa ku li Bazîd a Agiriyê ye, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) li ziyaretvanan hatibû girtin. Lê belê deriyê qesrê di 16’ê hezîranê de careke din hatin vekirin.

Yek ji ziyaretvanan Mehmet Alkan got ku her çiqas ji Bazîdê be jî, bi salan e li bajarê Aydin ê Tirkiyeyê dijî û wiha domand: “Ji ber şewba koronayê li warê xwe vegeriyam. Ji ewilî ez çûm serdana tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îshaq Paşa. Min xwest ku haya zarokên min ji vê dîrokê hebe. Ev pir girîng e. Ji bo ku zarokên me bi vê dîrokê re mezin bibin, em qala van avahiyên dîrokî jê re dikin.”

Ziyaretvana bi navê Fatmagul Alkan ku ji Stenbolê hatiye jî wiha dibêje: “Tevî malbata xwe hatim serdanê. Heqê ketina qesrê 20 lîre ye. Lê divê ji bo kesên di nav hefteyê de tên hinekî kêm bikin. Avahiyeke dîrokî ye, lê derdora wê baş nehatiye çêkirin.” AGIRÎ