Nivîskar, helbestvan û rojnamegerê kurd: Pîremêrd

Îro 70’emîn salvegera bîranîna nivîskar, helbestvan û rojnamegerê kurd Pîremêrd e. Pîremêrd bi kovarên Jiyan û Jîn re di dîroka çapemeniya kurd de xwedî cihekî girîng digire. Girîngiya ku Pîremêrd dida weşangeriya kurdî di wesiyeta wî de jî diyar dibe. Di wesiyeta xwe de Pîremêrd dibêje: “Çapxaneyekê ava bikin.”

Navenda Nûçeyan |

Îro salvegera nivîskar, helbestkar û rojnamegerê kurd Pîremêrd e. Pîremêrd 70 sal berê di 19’ê hezîrana 1950’an de ji nava xebatên çapemeniya kurd koç kir. Pîremêrd bi berhem û xebatên xwe piştgiriyeke mezin da çapemeniya kurd. Di navbera salên 1908-18’an de di gelek kovar û rojnameyên kurdî yên li Stenbolê hatin çapkirin de cih girt û berpirsyariya wan li xwe girt. Bi avakirina komarê re jî Pîremêrd Tirkiye terk kir û çû Silêmaniyeyê.

Kovarên Jiyan Newe û Jiyan

Piştî Berzencî, inglîzan dest danî ser çapxaneyê û dewrî şaredariyê kirin. Li çapxaneyên din jî hinek xebatên weşan û çapê yên bisînor hatin kirin. Xebata herî girîng a vê çapxaneyê jî Kovara Jiyan Newe bû. Çapxaneya ku li Iraqê di warê pêşketina çapemeniya kurd de xwedî cihekî girîng e, di sala 1934’an de dest guherand. Kesê ku çapxaneyê kire dike, Pîremêrd an jî bi navê xwe yê rast Tewfîqê Silêmaniyê ye.

Pîremêrd di sala 1934’an de piştî ku çapxaneyê kirê dike, Kovara Jiyan ku weke berdewama Jiyan Newe bû, çap dike. Di kovarê de nivîsên der barê wêje, ziman, maf û cîhana polîtîk a kurd de hene. Pîremêrd ku bi nasnameya xwe ya rojnamegerî, helbestvan û aktîvîstê polîtîk tê nasîn, berhema wî ya herî girîng jî dibe Kovara Jiyanê. Ev kovar di dîroka çapemeniya kurd de jî xwedî cihekî girîng e. Pîremêrd ji çapê bigire heta belavkirinê, ji kaxizê bigire heta fînansê bi Kovara Jiyanê re eleqeder bûye. Tevî hemû zext û zordariyan, Pîremêrd heta sala 1937’an ev xebata xwe domandiye. Di sala 1937’an de jî çapxane ji destê wî hate derxistin. Pîremêrd bi tevahî 553 hejmarên Kovara Jiyanê çap kirin. Ev hejmar ji hemû weşanên ku beriya wê hatine çapkirin, zêdetir e. Bi awayekî periyodîk û bi îstîqrar weşana xwe domand.

Derxistina Kovara Jînê

Pîremêrd di sala 1937’an de vê carê çapxaneyek stend û dest bi çapkirina Kovara Jîn ku weke berdewama Kovara Jiyanê tê zanîn, kir. Her du kovar jî xwedî heman naverokê ne. Di navbera sala 1937’an û 1944’an de her sal herî kêm 39 hejmar dihatin çapkirin. Pîremêrd di sala 1950’an de çû ser dilovaniya xwe û Kovara Jîn jî di dîroka çapemeniya kurd de cihekî girîng girt. Tevî hemû zehmetiyan jî heta destpêka sala 1960’an, hezar û 161 hejmar hatin çapkirin. Ev hejmar, hejmareke ewqas zêde bû ku ji rojnameya kurdî ya ewil heta destpêka salên 1990’î, hem li Bakur û hem jî li Rojava, Rojhilat û Başûr tu kovar û rojnameyên kurdî negihiştibûn serkeftineke wiha.

Wesiyeta dawî: Çapxaneyekî ava bikin

Tê gotin ku dema Pîremêrd beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, li pey xwe wesiyetek hiştibû. Tê gotin ku wesiyeta ew bû ku çapxaneyek bê avakirin. Ev yek jî nîşan dide bê ka Pîremêrd çiqas girîngî dida weşangeriya kurdî. Pîremêrd ku di bin şert û mercên dijwar de xebatên çapemeniyê meşand, li gel nasnameya rojnamegeriyê, di heman demê de piştgiriyeke mezin da perwerde, ziman, helbest û wêjeya kurdî ya modern.

Îstatîstîkên xebatên Pîremêrd û Birayên Mukriyanî

Di pêşketina çapemeniya kurd a li Başûr de Pîremêrd xwedî kedekî mezin e. Hin îstatîstikên hewldanên şexsî yên Pîremêrd û birayên Mukriyanî yên li Başûr wiha ne: Di navbera salên 1918-32’yan de 12 kovar û rojname, di navbera salên 1932-58’an de ku li Iraqê monarşî serwer bû 23 kovar-rojname, di navbera salên 1958-61’ê de 24 rojname-kovar, di navbera salên 1961-69’an de 23 rojname-kovar, di navbera salên 1970-74’an de 36 rojname-kovar, di navbera salên 1974-85’an de jî 9 rojname-kovar hatin çapkirin. Hema hema di temamiya van weşanan de mijara sereke çand û polîtîka bû. Ev weşan bi mijarên cuda yên polîtîk derketin û ji hêla rêxistinên polîtîk ve hatin birêxistinkirin.

Bandora geşedanên siyasî ya li ser çapemaniya kurd

Geşedanên siyasî yên li Iraqê bandorekî mezin li ser çapemeniya kurdî jî kiriye. Dema di asta neteweyî de rewşa kurdan baş bûye, vê yekê bandorekî erênî li çapemeniyê jî kiriye û hejmara weşanên kurdî jî zêde bûye. Lê di salên reştarî yên neteweyî de jî hejmara weşanan kêm bûye. Di serdema monarşiya Iraqê de mafên kurdan ên ziman û perwerdeyê hatibûn mîsogerkirin. Lê belê dewleta Iraqê ev maf binpê kir. Vê jî kir ku gelê kurd rabe serhildanê. Wê demê derfetên çapemeniya kurd jî kêm bûn. Di sala 1958’an de bi rûxandina monarşiye û bi avakirina rejîma komalgeriyê, mafên kurdan di destûra bingehîn de hatin bicihkirin. Ji ber vê geşedana erênî jî heta sala 1961’an, di çapemeniya kurd de pêşveçûneke baş çêbû. Lê dewleta Iraqê ev maf careke din binpê kirin û kurd careke din rabûn serhildanê. Ji ber rewşa şer a di sala 1961-69’an de, weşangeriya kurdî careke din qels bû. Di sala 1970-74’an de di navbera tevgera kurd û hikûmeta navendî de li hevkirinek çêbû û agirbest hat ragihandin. Li ser vê geşdanê çapemeniya kurd careke din geş bû. Lê belê ev rewş gelek nedomiya û bi destpêkirina şer a ji sala 1974’an heta salên 1991’ê, çapemeniyê derbeke din xwar.

Li Iraqê ceribandin û tecrubeya rojnameya rojane jî ji sala 1959’an de dest pê dike. Lê ji aliye profesyoneliyê xebatên rojnamegeriyê di sala 1980’ê de tê dîtin. Bê guman kesên weke Pîremêrd û Husen Mukriyanî ku emre xwe dan çapemeniya kurd, tevî bêderfetiyên wê demê jî xebatên hêja kirin. Pêkan e ku wekî rojnamegerên profesyonel ên ewil bên hesibandin. Pîremêrd û Husên Mukriyanî jî di navde hemû kesên ked dane çapemeniya kurd di heman demê de aktîvîstek an ji wêjevan, zimanzan û hîndekarek bû.

Çavkanî: MA