Stranbêjekî şoreşger: Rêncber Ezîz

Stranbêj û hozanê kurd Rêncber Ezîz hema hema di hemû stranên xwe de xweşikiya Kurdistanê vegotiye, mêtingerî pênase kiriye û rêyên xelasiya ji dagirkeriyê vegotiye

Navenda Nûçeya |

Welatê me Kurdistan e

Cih meskenê me kurdan e

Welat ji me re ruh û can e

Kurd hemû biran e

 

Cih û meskenê me kurdan e

Temam bax û bostan e

Welat gul e gulistan e

Kurd hemû biran e

Stranbêj û hozanê kurd Rêncber Ezîz bi van rêzikan evîn, hesret û hestên kurdistanî yên di dilê xwe de tîne ziman. Evîna Kurdistanê ya di dilê wî de her tim jê re bûye roniya çavan. Tarîtî li hemberî evîn û hesreta welat nebûye astengî. Êşa dilê wî, kedera wî ya herî mezin jî mêtingeriya li ser xaka Kurdistanê ye. Heke ne wisa be, gelo dê çawa ev rêzik ji nava dilê wî biderketina:

“Halê min lo halê min

Gelo çibê halê min

Dijmin her roj min dikuje

Çar pênç hevalê min

Şer dikim qet na westim

Dîsa jî ne serdestim

Çend sedsalin bindestim

Wey halê min halê min”

Em dikarin bêjin ku çîroka Kurdistanê ya Sysphosî ew di van rêzikên xwe de tîne ziman.

Li Çewlikê ji dayik bû”

Ew stranbêjekî bi çanda hozantiyê tenê di tûrikê wî de stranên wî hene. Rêncber Ezîz di sala 1955’an de li gundê bi navê Wusfan ê Çewlikê ji dayik bûye. Navê wî Mehmet Hanefî Berdîbek e. Di yek saliya xwe de sedema nexweşiyeke ku weke şewbê li Çewlikê belav bûye û ji ber vê nexweşiyê kor dibe. Piştî vê bûyerê malbat mala xwe ji gund bar dike û dibin navênda Çewlikê.

Stranbêjiya wî di zarokatiyê de dest pê dike

Malbata Rênçber Ezîz di sala 1968’an de ji bo ku Ezîz bibe hafizquran wî dişînin perwerdeya Qur’anê. Li gor agahiyên ku birayê wî dide, Ezîz ji aliyekî ve diçe dersa Qur’anê û ji aliyê din ve jî tembûra wî di dest de ji hevalên xwe re stranan dibêje. Têkiliya Rêncber Ezîz a bi stranbêjiyê re ji zarokatiya wî dest pê dike. Birayê wî Hesen Berdîbek têkildarî Rênçber Ezîz wiha dibêje: “Ezîz hêj 11-12 salî bû. Li cem dayika xwe rûniştibû. Cîranên wan ji bo hişkirinê du tenekeyên gûzan li ser banê xwe raxistibûn. Gûzê cîrana wan ji aliyê zarokên taxê ve têne dizîn. Cîrana wan şerecirekî dengê xwe bilind dike û çêran li zarokên ku diziya wan kirine, dike. Dayika Ezîz jî ji cîranan pirsa zarokên ku diziyan wan kirine, dike. Rêncber jî ji ber xwe vê vê stranê; Ay dilê min way dilê min/ Ay dilê mino gûzê min / Gûza min winda bûyê /Navê lawik Kemoyê Kemo lawo Miho ye / Gûza min winda bûye û navên zarokan dibêje.” Ezîz xwedî ruhekî wisa ye ku di her kêlî û saniyeyê de diafirîn e.

Erdheja Çewlikê û rêwîtiya ber bi Stenbolê ve

Di erdheja Çewlikê ya sala 1971’an de dayika Rêncber Ezîz jî jiyana xwe ji dest dide. Di kêliyê erdhejê de Ezîz û birayên xwe li derve ne. Ji ber ku ji dayika xwe dûr bû û cara dawiyê nedît, demeke dirêj bi ser xwe ve nehat. Piştî vê yekê jî Rênçber Ezîz berê xwe dide Stenbolê û li wir di dibistana bi navê Mevlîdxaneyê de mekteba xwe berdewam dike. Li Stenbolê tev li nava Cemiyeta Astengdarên Dîtinê. Li vir hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Em dikarin bêjin ku stranbêjiya wî li vê derê dest pê dike. Piştre dest bi perwerdeya tembûrê dike û di demeke kurt de derdikeve ser dikê. Êdî jiyana Rêncber Ezîz bi tevlibûna vê cemiyetê bi temamî diguhere.

Her ku diçe mijarên polîtîk bala wî dikişînin

Salên 75-80’an li bakurê Kurdistanê, ji bo kurdan salên herî dijwar in. Ji aliyekî ve avakirina partî û rêxistinên kurdan, ji aliyê din ve jî êrîşên dewleta tirk û înkarkirina kurdan didome. Rêncber Ezîz di nav vê atmosfera siyasî de tev li konseran dibe. Her ku diçe mijarên polîtîk bala wî dikişîne. Helbet di salên 1971’an de dema Rêncber Ezîz dest bi konseran dike, bandora atmosfera darbeya leşkerî ya sala 1968’an jî heye. Di wan salan de hozanên mîna Aşik Mahsûnî û hwd. di nav ciwanên çepgir de xwedî bandoreke mezin in. Di demên pêşî de bandora Aşik Mahsûnî û hozanê wekî Aşik Îhsanî li ser Rêncber Ezîz pir e û di konserên xwe de jî stranên wan û yên hunermendên weke Selda Bagcan distre. Lê tê zanîn ku ev stranbêj tev jî di bin bandora fikrê modernîst- pozîtîvîst ango laîsizmê de ne. Yanî li gorî wan civakên mîna yên kurdan sedema feodaliyê û ya olî de man e. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku hozantiya Rênçber Ezîz ne wekî ya van hozanên mîna Aşik Mahsûnî ne. Ew di stranên xwe de xeta klasîk a hozantiyê derdikeve û berê xwe dide mijarên civakî ango civaka gelê kurd, pirsgirêkên civaka kurd, pirsgirêkên neteweyî û bi zimanê xwe yê dayikê (kirmanckî) hozantiya xwe dike. Bi kurtasî Ezîz êdî bi stranên xwe derd, êş, kul û evîna Kurdistanê tîne ziman.

Jiyana Rêncber Ezîz ango lêgerînên wî ji aliyên hîn kesan ve wekî jiyana Seydayê Cegerxwîn jî tê şîrovekirin. Çawa ku Cegerxwîn ji ewil weke melayekî êrîşî hişmendiya şêx, mele û axayan dike û piştre jî sedema bingehîn weke mêtingeriyê pênase dike, Rêncber Ezîz jî bi heman awayî nêz dibe. Strana wî ya ‘Lorî lorî mala lorî’ jî vê rewşê şênbertir dike.

Ezîz tev li komeleyên şoreşgeran dibe

Ezîz careke din ji Stenbolê tê Çewlikê. Bandora tevgera kurd a ku bi darbeya leşkerî dengê wê hatiye qutkirin, di salên 1974-1975’an de hêdî hêdî careke din xwe dide hev. Li Çewlikê jî li hêlekê komeleyên şoreşgeran û li hêla din jî faşîstan xwe birêxistin dikir. Di nava vê atmosferê de Rêncber Ezîz jî tev li civînên rêxistinê dibe û êdî ‘xwe’ nas dike. Bandora mêtingeriyê ya ku li her çar aliyê Kurdistanê hatî kirin ferq dike, ev yek êdî berê stranên Ezîz dide ‘wekhevî’, ‘biratî’ û ‘neteweya kurd.’ Êdî navê wî Rencber Ezîz e. Hozanekî ku di nav civaka xwe de ye û tenê bi stranên ku evîndariyeke yek kesî na êdî evîndarekî welatê xwe bû.

Berteka wî ya li hemberî hevalên wî

Li aliyekî hevalên wî yên ku ji dil û can ji wan hez dikir bi destê faşîstan dihatin qetilkirin (Di strana xwe ya bi navê ‘Şûno’ de qala van hevalên xwe dike); li aliyê din jî hin hevalên wî yên zarokatiyê, hin kesên ji malbata wî û derdora wî tev li faşîstan dibûn û xwe înkar dikirin. Ev rewş helbet zêde wî aciz dike û di strana xwe ya ‘Hero çi ra, çi ra , çi ra’ de vê rewşê wiha vedibêje:

Hero çi ra, çi ra , çi ra

Ma zaf firsat da Tirkûno

Tirkûn guret cay Kurdûno

Ma zaf firsat da Tirkûno

Tirk hê wên petrol Kurdûno

Yin ma tepişt eşt hepsûno

Şima neva çi ra, çi ra

Yin ma tepişt êşt hepsûno

Ti nepersay çi ra, çi ra

Hero çi ra, çi ra, çi ra

Ti bî faşist Ehmo bira

Hero çi ra, çi ra, çi ra

Ti bî faşist Kazo bira”

Û Rêncber Ezîz dibe rêwingê Almanyayê

Beriya darbeya leşkerî ya salên 80’î, tundiya dewleta tirk a li Kurdistanê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek wekî her kurdekî bandoreke neyînî li ser kesên wekî Rêncber Ezîz jî dike. Di sala 1978’an de Rêncber Ezîz diçe Almanyayê. Tê zanîn ku di van salan de kesên li xerîbiyê bi malbatên xwe re bi rêya kasetên dagirtî agahiyan ji hev re dişînin. Bêrîkirinên xwe encex bi vî awayî tînin ziman. Malbata Ezîz jî bi taybetî xwîşka wî her kaseta ku dişînin ji wî re Ezîz ji wan hevokan ango çîrokan stranekî çêdike.

Rojên Ezîz ên li Almanyayê tim bi fikr û afirandina stranên nû derbas dibe. Li dijî cuntaya 12’yê Îlonê û li ser qirkirina Helepçeyê jî tim bi stranên xwe li ber xwe dide û stranên xwe yên ku niha di xwedî qedrekî mezin in, diafirîne. Ligel vê yekê jî tev li şahî û konserên ku li dijî darbeya leşkerî tên kirin, dibe. Strana xwe ya bi navê ‘Way way nînna…’ jî strana ku li hemberî qirkirina Helepçeyê nivîsiye.

Evrên şima biyû hêr ma

Ûmo kot miyûn kêber ma

Pat pênî alinçêr ma

Miletê ma sêy vêr niya

Rençber gay xwi bid tifing bîger

Xelasê faşîst çîna

Nînna nînna nînna

Şima vînên senîna

Nînna nînna nînna.”

Kaseta ‘Hesreta Azadî’

Stranbêjiya Rêncber Ezîz stranbêjiyeke ku di her kêliyê wê de bi rêzikên azadiyê distrê ye. Li Almanyayê jî bi ruhê şoreşgerî bi stranên xwe li ber xwe dide. Kaseta wî ya bi navê ‘Hesreta Azadî’ her ku diçe dengê wî ku di mêjiyê mirov de azadiyê diçikîne, derdixe. Êdî Rênçber Ezîz dengê gel e.

Jiyana xwe ji dest dide

Rênçber Ezîz di sala 1988’an de li bajarê Hannover ê Almanyayê bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dide. Hêj jî sedema mirina wî nayê zanîn. Em dikarin bibêjin ku bi dehan stranên Rêncber Ezîz hene û li her devera Kurdistanê belav bûne. Ew stranbêjekî şoreşger ê gelê xwe ye. Bi hin stranên gelêrî bi hin stranên ku afirandî Rêncber Ezîz di dilê her kurdekî de cih girtiye.