Dîroka zimanê kurdî peyv bi peyv zelal dibe

Akademîsyen Beyhanî Şahîn pirtûka bi navê ‘Bêjenasiya Zimanê Kurdî ya Dîrokî’ derxist. Şahîn li gorî metodên zimannasiyê yên akademîk dîroka zimanê kurdî peyv bi peyv zelal dike

Navenda Nûçeyan |

Akademîsyen (îndocermenîst û îndoîranolog) Beyhanî Şahîn pirtûka bi navê “Bêjenasiya Zimanê Kurdî Ya Dîrokî” lêkolîna bêjenasî (etîmolojî), derxist. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Na’yê ve hat çapkirin. Şahîn li gorî metodên zimanasiyê yên akademîk dîroka zimanê kurdî peyv bi peyv zelal dike. Ji kurdiya nû dest pê dike û gav bi gav heta zimanê îndo-ewropî yê bingehîn jî rêwîtiya xwe ya bi peyvan re berdewam dike.

Derheqê biryara nivîsîna pirtûkê de Şahîn di destpêka pirtûkê de diyar dike ku di destpêka salên nodî de ligel hin profesorên Zanîngeha Zurîchê di serî de dest bi beşa zimannasiya Hîndî-Ewropî ya Ruberîhevkirinê pişt re jî di sala 97’an de jî dest bi beşa wejeya Hîndî-Îranî kiriye.

Xebateke dûr û dirêj

Akademîsyen Şahîn piştî ku xwe di van beşên zimanên kevnare de pêş dixe, pêre materyalên xebata xwe ya bêjenasiya zimanê kurdî jî dike. Şahîn di pêşgotina pirtûka xwe de derbarê tomarkirina peyvên kurdî de wiha dibêje: “Di vê navberê da di nav van bîst salên buhurî de li ba min l’ nêzzîkî çar sed rupel materyel hatibûn ba hev. Her çendî ev ji bo min cihê dilxwaşiyê bûbû be jî, lê li hêla din jî xeternakiya ku ez van meteryelan li gorî pîvanên zimannasiyê yên akademîk di ber çavan re derbas nekim, bi hêviya ku rojekê dîsa lê vegerim, hilo li şûna xwe bihêlim û qet destê xwe lê nedimê jî, hee’ bû. piştî van salên dûr û dirêj ez careke din lê vegeriyam û bi wan meteryelan re mijûl bûm. Lê axir di dawiyê de ji piştî vê pêvajoyê di serê min de biryara lêkolîn û weşandina ferhenga ‘Bêjenasiya Zimanê Kurdî Ya Dîrokî’ bi temamî cihê xwe girt.”

Tenê xebetek têra bêjenasiyê nake

Di berdewama gotinên xwe de Şahîn diyar dike ku tenê bi vê xebata akademîk dê têra xebatên wî yên bêjenasiyê dê neke û wê bi hin berhemên din jî xebatên xwe yên din pêşkêşî raya giştî ya kurdî bike. Şahîn di pêşgotinê de wiha berdewam dike: “Li gorî derfetên min ên heyî ez ê her carê peyveke kurdî bigirim û wê di nav metodên zimannasiyî yên akademîk de derbas bikim. Piştî ku min li gorî pîvanên zimannasiyî teşeya dawiyê dayê, hingê ez ê bi rêk û pêk van lêkolînan biweşînim.”

Şahîn ji bo vê xebata bêjenasiyê qala hin pirsgirêkên teknîkî derketî pêşiyê yên ku wekî dengnasî, bêjenasî û zimanasiyê dike.Wî ev pirtûk ne li gorî danêyên heyî amade kiriye. Vê ferhengê ne wekî ku ji tîpa ‘a’yê dest pê bike û bi ‘z’yê jî bi dawî bibe. Zaravayê kurmancî wekî zaravayê sereke hatiye bikaranîn. Peyvên zimanê kurdî yên bingehîn û resen li gorî rastnivîsa zimanê kurdî, kronolojiya dîrokî û zimannasiyê hatiye nivîsin û hwd.

Ji pêşiya zimanê kurdî heta paşiya wî

AkademÎsyen Behramî Şahîn di vê pirtûka xwe de ji Pêşİya zimanên kurdî, heta paşiya kurdiya navîn, zimanên îraniya navîn (partî, pehlevî, sogdî, khotansakî, xwarezmî), kurdiya kevin, zimanên îraniya kevin (mediya kevin, avestiya ciwan û kevin, farsiya kevin), proto-kurdî, proto-îranî, sanskrîtî, vedî, proto-hîndî, proto-arî û proto-îndo-ewropî yek bi yek li ber çavan re derbas kiriye û her wiha zimanên din ên îndo-ewropî, yewnaniya kevin, latînî, zimanên cermenî, zimanên slavî, zimanên keltî, zimanên anatoliya kevin û toxarî, kiriye.

Dikarî Biecibînî