Hejmara yekemîn a kovara sînemaya kurdî ‘Temaşe’ îro tê weşandin

Hejmara destpêkê ya kovara sînemaya kurdî Temaşe îro digihêje ber destê xwendevanan. Kovar sê mehan carekê dê bê weşandin û xwendevan dikarin ser malperê xwe bigihîn kovarê

Navenda Nûçeyan |

Hejmara destpêkê ya Kovara Temaşe îro li ser malpera xwe ya înternetê tê weşandin. Xwendevan dê karibin kovarê bi rengê PDF’ê bixwînin. Xwedî û berpirsyarên kovarê Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in. Li kovara ku wê nivîsên li ser sînemaya dinyayê jî hebin, têkildarî sînemaya kurd, kevneşopiya kurd, xak, ziman û çanda kurd dê pêşniyar û rexne jî hebin. Kovar dê sê mehan carekê bê weşandin.

Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil a Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen nû yên sînemayê, sînemayên neteweyî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî di kovarê de cih digirin. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin ê giran.

Ji bo destpêkê û hejmara yekem, mijarên li gor wê derketine pêş; nivîsên li ser destpêka sînemayê û destpêka sînemaya kurdî hene, paşê ji mijarên roja me serpêhatiyeke biçûk û rewşa Netfliksê, wekî gelek cureyan mîzaha di nav sînemayê de hatiye nirxandin.

Ji aliyê din ve derhênerên mezin Charlie Chaplin, Steven Spielberg, Thedoros Angelopoulos û Milos Forman bi fîlmên xwe hatine nivîsandin.

Derhênerê kurd ê navdar Alî Kemal Çinar roportajeke têr û tije daye kovarê û him fîlmê xwe him jî rewşa sînemayê diaxive.

Rexneya pirtûka Mizgîn Arslan a ku bi tirkî hatiye nivisandin ‘Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin’ di kovarê cih girtiye.

Ji bilî van fîlmên kult ê bi navê ’12 Zilamên Hêrsok’ û fîlmê ‘Bêkes’ di kovarê de ye.

Rêzefîlma Mindhunter ji aliyê sûc û tawanê ve hatiye lêkolan. Her wiha anîmeya kult a bi navê Sîmyagerê Pola: Biratî jî hatiye nirxandin.

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar wê peyvên nû lê bêne zêdekirin.

Ji bo fîlm amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.

Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.