Li Êlihê serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin

Ji bo hînbûna zimanê kurdî, hem onlîne û hem jî qursên rû bi rû serlêdanên ji bo Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê dest pê kirin. Roja ku îlana qursan hat dayîn, ji 100 zêdetir kesan serlêdan kirin

Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART), ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) dê qûrsên xwe yên zimanê kurd li ser onlîne bide. Qursên ji du astan pêk tên wê ji aliyê hîndekarê qûrsan Ferqîn Xaneqîn ve bên dayîn. Ji Êlihê û bajarên cuda, kes dikarin beşdarî qursan bibin. Qursa ku wê li ser platforma Zoomê bê dayîn, dê destpêka tebaxê de dest pê bike. Ev qurs heya 3 mehan dê dewam bike. Piştî ku qurs bi dawî bû, wê sertîfîka ji bo beşdarên qursê bên dayîn.

Ligel qursa li ser onlîne bê dayîn, li ser pêşniyarên welatiyên li Êlihê dijîn jî, wê li avahiya komeleyê ya li Parka Ataturkê jî, qurs bê dayîn. Di qursa dest pê bike de wê bergiriyên ji bo Covîd-19’an bên girtin. Di refên taybet ên ji 8 kesan pê bên de, dê ders rû bi rû bên dayîn.

Di rojekê de ji 100 kesan zêdetir

Ji endamên Lijneya Rêveber a Komeleyê Sabrî Ozdemîr, derbarê vê xebata xwe de axivî û wiha got: “Ji bo ku xwendin û nivîsandina zimanê kurdî pêş bikeve, ew her demê qursên ziman didin. Girîng e ku em di vê dema şewbê de qursên xwe bidin. Li ser sîteya me ya înternetê kesên dixwazin fêrî kurdî bibin serlêdan dikin. Me duh dest bi serlêdanên qursan kirin û heya 31’ê tîrmehê dê dewam bike. Qursa rû bi rû bê dayîn, hefteyê rojeke û wê 3 saetan dewam bike. Qursa li ser onlîne bê dayîn jî, hefteyê rojekê û 3 saetan wê bê dayîn. Perwerdeya qursan wê 3 mehan dewam bike. Ji duh ve ji 100 kesî zêdetir serlêdan kirin. Ji derveyî welat jî, me gelek serlêdan girtin. Serlêdan dewam dikin.”

Lînkê serlêdanê

Kesên dixwazin ferî kurdî bibin, dikarin li ser lînkê vê hesabê serlêdan bikin.  ÊLIH

Dikarî Biecibînî