TEV ÇAND’ê Aram Tîgran bi bîr anî

TEV ÇAND’ê di salvegera 10’emîn a wefeta Aram Tîgran de wî bi bîr anî

TEV ÇAND Ewropayê hunermendê ermenî Aram Tîgran di salvegera 10’emîn a wefata wî de wî bi bîr anîn.

TEV ÇAND’ê bi bîr xist ku Aram Tîgran di 53 salan a jiyana xwe ya muzîkê de 500 stran daniya û strandiye, dê û bav û hemû xizmên wî di Qirkirina Ermenan a sala 1915’an de hatine qetilkirin û malbata wî bêgav maye ku biçe Qamişloyê û Tîgran jî 1934’an li Qamişloyê hatiye dinê û got ku Tîgran ê ku ji hêla malbateke kurd ve hatî xwedîkirin dest bi stranên kurdî kiriye.

TEV ÇAND’ê bi bîr xist ku Tîgran di 9 saliya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye û di 19 saliya xwe de dest bi muzîka profesyonel kiriye û wiha got: “Di sala 1966’an de li nav kurdan bûye stranbêjekî navdar, li Radyoya Erîvanê strandiya û piştre li nav kurdan bûye yek ji wan hunermendên ku pir jê tê hezkirin. Aram li gel ku ermen jî bû gotiye ‘Ermenî me lê êşa kurdan û ermenan di dilê xwe de hîs dikim û ez ji Mezopotamyayê me’.” KOLN 

Dikarî Biecibînî