aram

Berhema Apê Mûsa bû stran

Hunermenda kurd a operayê Pervîn Çakar berhema Apê Mûsa a bi navê “Qimil” kir stran û bi boneya sedsaliya wî belav kir

Navenda Nûçeyan |

Hunermenda kurd a operayê Pervîn Çakar, berhema rewşenbîr Apê Mûsa (Musa Anter) a bi navê “Qimil” kir stran. Berhema bi boneya sedsaliya Apê Mûsa hat çêkirin, di platformên dijital de hat belavkirin. Hunermenda kurd Tara Jaff jî bi arpa xwe piştgirî da berhema Çakar.