3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike

Bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê, Navenda Hunerê ya Amedê û Wêjegeh Amed 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê Dê di navbara rojên 25’ê Îlonê û 31’ê Cotmehê de bê lidarxistin. Bername dê îşev dest pê dike

Li Amedê 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dê bi hevkariya Navenda Hunerê ya Amedê, Wêjegeh Amed û Weşanxaneya Lîsê ku di nava Wêjeya Cîhanê de cih ji bo Wêjeya Kurdî vekir, di navbera 25’ê îlonê û 31’ê cotmehê de bê lidarxistin. Bernameya rojên wêjeyê dê li ser kanala Youtubê ya Wêjegeh Amed bê weşandin. Bername dê îşev bi awayeke zindê dest pê bike.

Weşanxaneya Lîsê, Navenda Hunerê ya Amedê û Wêjegeh Amed di daxuyaniya hevpar bernameyê xwe aşkera kirin û wiha gotin: “3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ku cara pêşî di sala 2013’yan de û cara duyem jî di 2018’an de hat lidarxistin, bi piştevaniya saziya Qad bo Çandê, di cografyayeke ku ji sînorên dinyaya wêjeya kurdî û tirkî wêdetir diçe de, dê li ser înternetê bê lidarxistin.

Di demên dijwar û nediyar ku em tê de ne, bernameya Rojên Wêjeyê ku li rêyan digere ji bo axaftina li ser wêje û jiyanê û ji bo avakirina pireke di navbera rabirdû û dahatûyê de, dê bi kanala Youtubê ya Wêjegeh Amedê li hemû dinyayê bê temaşekirin.”

Bernameya 3’yemîn a Rojên Wêjeya Berawîrdî ya Amedê wiha ye:

-25’ê îlonê, În 20:00 Pêşkêşiya Bernameyê Lal Laleş, Weşanên Lîsê-Ovgu Gokçe Yaşa, Navenda Hunerê ya Amedê Destpêkirin – Abdulla Peşêw, Gunduz Vassaf

-21:00 Edebiyat û Dahatûya Pêjnkar – Gaye Boralioglu, Burhan Sonmez, Lal Laleş

-26’ê îlonê, Şemî 20:00 Cîhana Bavê Nazê: Rasteqînî û Jê Wêdetir – Arîf Hîto, Îsmaîl Sulêman Hacanî, Şivan Qasim Nêrweyî, Îbrahîm Xort

* 30’yê îlonê, Çarşem 20:00 Rêwîtiya Pirtûkê – Cem Erciyes, Yekta Kopan

-2’yê çirîya pêşîn, În 20:00 Asoyeke ji Rabirdûyê: Zabel Yesayan – Nora Tataryan, Hazal Halavut, Alara Kuset

-7’ê Çirîya Pêşîn, Çarşem 20:00 Lavayên Ewrane-Ehmed Huseynî

-9’ê Çirîya Pêşîn, În 20:00 Pêdarîya Edeiyatê: Yên Bêmilk û Dinyaya Çelexwarî – Zeynep Demîrsu, Levent Mollamustafaoğlu

  • 14’ê Çirîya Pêşîn, Çarşem 20:00 Rengvedan: Xwendinên Berawirdî Ji Edebiyata Dinyayê – Behçet Çelîk, Semîh Gumuş
  • 16’ê Çirîya Pêşîn, În 20:00 Li Ser Sînorê Edebiyata Ewropayê-Clare Azzopardi, Julia Fiedorczuk, Niall Griffiths, Alexandra Buchler, Ovgu Gokçe Yaşa
  • 21’ê Çirîya Pêşîn, Çarşem 20:00 Birîna Zimên: Yên Di Zîmanê Lazî De Nayên Zanîn – Îsmaîl Avci Bucaklişi
  • 23’yê Çirîya Pêşîn, În 20:00 Rika Biharê: Cegerxwîn û Nazim Hîkmet – Hayrî K.Yitik, Cîhan Roj
  • 28’ê Çirîya Pêşîn,Çarşem 20:00 Dengê Jinan: Nimandinên Ji Edebiyata Kurdî – Ozlem Belçîm Galîp, Farangis Ghaderî, Arazo Arîf
  • 30’ê Çirîya Pêşîn, În 20:00 Şika Wêjeyê: Tundî, Şîn û Keser Di Ekohonakê De – Sema Kaygusuz, Denîz Gundoğan Îbrîşîm
  • 31’ê Çirîya Pêşîn, Şemî 20:00 Diyarê Sanîkan Rê Raywanî – Ruşen Yakut
  • 31’ê Çirîya Pêşîn, Şemî 19:30 Nîşandana Helbest û Fîlman – Fatma Çelîk, Aylîn Kizil, Ozkan Kuçuk, Salîh Demîr
  • 31’ê Çirîya Pêşîn, Şemî 20:00 Dawiya Bernameyê – Bavê Nazê. AMED
Dikarî Biecibînî