Pêşangeha wêneyên helbestvanên kurd

Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek şêwekarî ji bo 15 helbestvanên navdar ên kurd li vekir

Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek şêwekarî ji bo 15 helbestvanên navdar ên kurd îro li Hola Bunekan a Helebceyê vekir. Tablo ji aliyê şêwekar Ezxer helebceyî ve hatine çêkirin.

Di pêşangehê de tabloyên wêneyên Nalî, Tahir Begê Caf, Natiq, Goran, Kardoxî û Salih Hezar û hwd. hatin pêşandan.

Armanca vekirina pêşangehê bi nifşê nû re nasandina helbestvanên kurd in.

Her wiha dê pêşangeh hete du rojan vekirî be. HELEBCE

Dikarî Biecibînî