Dibe ku li cîhanê guhertinên mezin bibin

Metirsî heye ku daristan, çol û ekosîstem ji ber germa global di sedsala bê de gelekî biguherin.

https://www.theblaze.com/wp-content/uploads/2017/04/GettyImages-480500124.jpg

Zanyar li ser encamên germa global hişyariyan didin. Li başûrê rojavayê DYA’yê ku qadeke berfireh a daristanî ji ber şewatê tune bû û vê guhertinê ji niha ve dest pê kir.

Di nav 100 û 150 salên bê de, dibe ku ev guhertin li mêrgên berfireh û daristanan belav bibe, ekosîstemê ji hev bixe û faûna û florayan bixe metersiyê.

Li gorî lêkolîna ku di kovara Scîencyê de hate weşandin, ev yek bi taybetî dê bandorê li Ewropa û DYA’yê bike. Ji zanîngeha Mîchîganê Jonathan Overpeck got: “Ger germa global bêkontrol bê hiştin, giha û şênkahiya niha ya gerestêrka me wê gelekî biguherin. Ev yek gefê li cihêrengiya gerestêrka me dixwe.”

Lêkolîn li gorî bandor û bermahiya germ û fosîlên serdema 21 hezar sal berê, dema serdema dawî ya qeşayê qediya, hat kirin. Wê wextê germa global bi 4 heta 7 pileyî zêde bûbû. Zanyaran daneyên ku ji 600 sîteyî hatin wergirtin lêkolîn kirin û li gorî vê yekê tabloyeke hevgirtî derxist holê. Antarktîka ne di navê de, hemû parzemînên din nav van daneyan de hene. Guhertina herî mezin jî li bakurê Amerîka, Ewropa û başûrê Amerîkayê hate tespîtkirin. Li gorî zanyaran, eger emîsyona gaza serayê li gorî armancên di Peymana Parîsê ya 2015’an de hatine danîn bimîne, guhertina giha û şênkahiyê wê di binê rêjeya ji sedî 45 de bimîne. Lê ger tiştek neyê kirin, rîska guhertina mezin wê di ser rêjeya ji sedî 60 de be. Guhertineke wiha ne tenê bandorê li daristanan bike, dê bandorê li ava paqij û avê jî bike. BRUKSEL

Dikarî Biecibînî