Merkel dixwaze biçe Chemnitzê

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel plan dike ku biçe bajarê Chemnitzê. Li Chemnitzê hefteya bihurî êrîş û xwepêşandanên netewperestî hatibûn kirin.

Piştî rûdana bûyeran, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi rêya telefonê bi Şaredara Chemnitzê Barbara Ludwig re axivî û jê re got ku dixwaze bê bajêr. Dema serdana Merkel hîn nehatiye aşkerakirin.

Hatibû protestokirin

Tê gotin ku Merkel dixwaze bi Chemnitziyan re civînên “Diyaloga bi welatiyan re” lidar bixe. Her ku Merkel serdana rojhilatê welêt dike, komên netewperest û partiya rastgir a tund a bi navê Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) xwepêşandanên protestoyî lidar dixin.

Merkel herî dawî meha tebaxê serdana bajarê Dresdenê kiribû û di dema serdana wê de xwepêşandaneke girseyî ya protestoyî pêk hatibû. BERLÎN

 

Dikarî Biecibînî