Agahiyên krîptokirî ewlehiya sîberê qels dike!

Gelek serwîsên îstixbaratê yên welatan bi daxuyaniyeke hevpar ji şîrketan xwestin ku hemû daneyên takekesî par ve bikin. Sazîyên rêxistinên civakî yên navnetewî û şîrket li dijî vê ne.

Di daxuyaniya hevpar a ‘Fîve Eyes’ (Çavê Pêncan) de, ku ji serwîsên veşarî yên DYA, Brîtanya, Kanada, Avûstralya û Zellandaya nû pêk tê, ji şîrketên endustrîyel xwestibûn ku hevkariya xwe bi wan re zêdetir bikin. Di daxuyaniyê de hatibû xwestin daneyên şexsî yên krîptokirî werin parvekirin, ku bi biryara dadgehê jî mirov nikare xwe bigîne van agahiyên şîrketan.

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê (AI) jî li ser hesabê xwe yê twîtterê got, “Ev dê ewlehiya me pêk neyne, berevajî, ewlehiya her kesî qels bike’’. Şîrketa Navenda Agahiyên Veşarî yên Elektronîk(E P IC) jî got daxwaza welatên Fîve Eyes ‘ji bo demeke kurt e û kontr prodûktîf’ e.

Ev daxwaza parvekirina agahiyên krîptokirî ya Fîve Eyesê, piştî lihevkirina parvekirinekê ya di navbeyna DYA’yê û Apple de hat. Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ku lêpirsîn li ser bûyerê dikir ji Appleyê xwestibû ku xwe bigihînin agahiyên krîptokirî. Şîrketê ev qebûl nekiribû û ev mijar biribû dadgehê.OTTAWA

 

Dikarî Biecibînî