Hêviya Yemenê civîna Cinêvê ye

 

 

Aliyên Yemenê di çarçoveya amadekariya şêwrên Cinêvê ku îro tên lidarxistin, dosyayên xwe amade dikin. Di nav van dosyayan de mijarên ewlehî, mirovî û siyasî hene. Li aliyê din xwepêşandanên li bajarên Yemenê gurtir dibin.

Li Yemenê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin û xwepêşanderan rêya di navbera Eden û Hedremûtê de birî. Di xwepêşdanan de banga derketina hêzên Erebistana Siûdî û Îmaratê hate kirin. Îro li Cinêvê sêyemîn civîn bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin. Aliyên Yemenê ji bo ku mijarên xwe pêşkêşî maseya Cinêvê bikin, dosyayên xwe amade dikin.

Malpera El Erebî El Cedîd ragihand ku li gorî çavkaniyeke nêzî şandeya hikûmetê ya ku beşdarî danûstandinan dibe, aliyê hikûmetê li ser daxwaza nûnerê navneteweyî Martin Griffiths danûstandinan dike. Çend hefte ye amadekariya vê civînê tê kirin. Çavkaniyên hikûmetê diyar kir ku danûstandinên wan dê di çarçoveya avakirina bi hev baweriyê de pêk werin û di serî de dosyaya dîlgirtiyan heye. SANA

Dikarî Biecibînî