‘Dewleta tirk Înterpolê nebaş bikar tîne’

Wezareta Dadê ya Almanyayê di bersiva xwe ya pirsnameya berdevkê  Polîtîkayên Ewropayê yê Koma Meclisa Federal a Partiya Çep Andrej Hunko da anî ziman ku ji hewldana darbeya 2016’an heta niha dewleta tirk ji bo girtina 848 kesan serî li Înterpolê daye. Hunko jî têkildarî mijarê anî ziman ku dewleta tirk Înterpolê ji bo karên xwe yên nebaş bikar tîne
Parlamenterê Partiya Çep a Alman Andrej Hunko bi armanca bersivandina Wezareta Dadê ya Almanyayê pirsnameyekê pêşkeş kir. Di pirsnameyê de Hunko anî ziman ku dewleta tirk, Metropolê bi aweyekî nebaş dixebitîne.

Pirsnameya Andrej Hunko ji hêla Wezareta Dadê ya Almanyayê ve hat bersivandin. Di bersivê de wezaretê da zanîn ku ji hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê ya di sala 2016’an heta niha, dewleta tirk gelek caran serî li Teşkîlata Emniyetê ya Almanyayê daye ku li hin kesan bigerin û wan bigirin. Wezaretê got ku ji hewldana darbeyê heta niha dewleta tirk 848 caran bi rêya Înterpolê serlêdana lêgerîn û girtinê kiriye.

Pirs bêbersiv hiştin

Wezareta Dadê ya Almanyayê agahî neda ka çend caran daxwazên Tirkiyeyê hatine bicihanîn. Pirsa; ‘Wezareta Dadê û Karên Derve gelo tespît kirine ka di çend bûyeran de kesên têkildar ji ber sedema ramanên siyasî zext li ser wan hatiye kirin û bi vê rêyê Înterpol bi nebaşî hatiye bikaranîn yana na?’ bê bersiv hişt.

‘Înterpol bi nebaşî hatiye bikaranîn’

Der barê mijarê de berdevkê Polîtîkayên Ewropayê yê Koma Meclisa Federal a Partiya Çep Andrej Hunko ev tişt anîn ziman: “Bi min wiha tê ku piraniya serlêdanên lêgerîn û girtinê yên bi sedema ku Înterpol bi nebaşî hatiye bikaranîn, hatine betalkirin, ji Tirkiyê, Ukrayna û Spanyayê tên. Tê zanîn ku ev welat Înterpolê ji bo zexta li ser muxalefetê bi kar tînin.”

Çend bûyerên berê

Hemwelatiyê Almanyayê nivîskar Dogan Akhanli û hemwelatiyê swêdî nivîskar Hamza Yalçin dema ku di sala 2017’an de ji bo geştê çûbûn Îspanyayê, bi daxwaza dewleta tirk bi rêya Înterpolê hatibûn girtin. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser vê yekê dewleta tirk rexne kiribû û gotibû ku Înterpol ‘ji bo tiştên wiha’ divê neyê bikaranîn. BERLÎN

Dikarî Biecibînî