NY: Rewşa Yemenê ber bi karesateka mezin ve diçe

Rewşa mirovî ya li Yemenê her ku diçe ber bi karesateke mezin ve diçe. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew ji ber rewşa li Yemenê bi fikarin û destnîşan kir ku rewşa heyî ya li Yemenê ber bi mirina gelekl mirovan ve diçe. NY’ê banga danûstandinên siyasî li aliyan kir
Şer û pevçûnên li Yemenê her ku diçe kûrtir dibin. Li gorî daneyên raporên navneteweyî ji ber ambargoya li ser herêmê û şer, bi sedhazaran mirov bi mirinê re rû bi rû ne. Têkildarî mijarê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek da û raya giştî hişyar kir. NY’yê da zanîn ku ger welatên endam bi lezgînî nekevin nava liv û tevgerê, dibe ku pirsgirêka birçîbûnê ya bi milyonan mirovên li Yemenê, ber bi encamên giran ve biçe.

Têkildarî mijarê alîkarê Sekreterê Giştî yê NY’yê ku ji alîkariya mirovî berpirsyare Mark Lowcock agahî da Konseya Ewlekariyê ya NY’ê. Lowcock anî ziman ku hindik maye ku NY li Yemenê di têkoşîna li dijî birçîbûnê de têk biçe û wiha domand: “Ji ber rewşa li Yemenê em ‘gelek bi fikarin.’ Bi taybet jî di van hefteyên dawî de rewş gelek girantir bûye. Dibe ku rewşa heyî rê i ber mirina gelek mirovan veke. Ger rewşeke wiha rû bide, dê vegera wê tune be.”

Zêdetirî 10 hezar sivîl hatin kuştin

Di berdewamê de jî Mark Lowcock tevî alîkariya mirovî bang li raya giştî kir ku ji bo qedandina şerê li Yemenê danûstandinên siyasî werin zêdekirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 2015’an heta niha li Yemenê di encama şerê navxweyî de zêdetirî 10 hezar sivîl mirin û 56 hezar sivîl jî birîndar bûn. Bi milyonan mirov birçî ne û bi hezaran kes jî bi nexweşiyê ketine.

Li gorî texmînan, nifûsa Yemenê 28 milyone û niha pêdiviya 22 milyonan bi alîkariya mirovî heye. NEW YORK

Dikarî Biecibînî