Di êrîşa Îranê de herî kêm 8 Muhafizên Şoreşê hatin kuştin

Komeke ku nehat zanîn girêdayî kê ne, li Ahvaz a Îranê di dema torena leşkerî de êrîşa çekdarî pêk anî. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de herî kêm 8 leşkerên Muhafizên Şoreşê hatin kuştin û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûn. Der barê mijarê de komeke bi navê Eniya Demokratîk a Gel a Ahwazê daxuyaniyek da û êrîş girt ser xwe
Li bajarê Ahvaz ê li başûrê rojavayê Îranê di dema torena leşkerî de êrîş pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de herî kêm 8 leşker hatin kuştin û 20 leşker jî birîndar bûn. Der barê mijarê de komeke bi navê Eniya Demokratîk a Gel a Ahvazê daxuyaniyek da û êrîş girt ser xwe.

Di serê sibehê saet 09.00’an di dema torena leşkerî ya hêzên Muhafizên Şoreşê yên girêdayî artêşa Îranê ya li Ahvazê de komeke ku nehat zanîn êrîşa çekdarî pêk anî. Der barê mijarê de ajansa fermî ya Îranê ragihand ku êrîşkaran cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn û êrîş li parkeke li nêzî cihê torenê pêk anîne.

Der barê mjarê alîkarê waliyê Ahwazê Alî Huseyîn Huseyînzade jî agahî dan û diyar kir ku du kesên êrîşkar ji hêla hêzên wan ve hatine kuştin û 2 jî hatine binçavkirin. Hat zanîn ku di encama êrîşê de 8 leşkerên Muhafizên Şoreşê hatine kuştin. Hat zanîn ku pevçûn herî kêm 10 deqeyan dom kir û di pevçûnan de zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Êrîş girtin ser xwe

Têkildarî mijarê Eniya Demokratîk a Gel a Ahvazê daxuyaniyek da û êrîş girt ser xwe. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hêzên me yên şoreşger di saetên serê sibehê de li dijî dewleta dagirker êrîşeke serkeftî pêk anî. Di encama êrîşê de hejmareke zêde ya leşkerên efser hatine kuştin.”

Dikarî Biecibînî