Hilbijêrên alman daxwaza hilbijartina pêşwext dikin

Tê payîn ji ber nîqaşên li nav koalîsyonê û helwesta li hemberî çalakiyên li dijî koçberan, piraniya gelê alman daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Rojnameya Bîldê li ser mijarê bi rêya şîrketa INSA’yê anketek kir. Li gorî anketê, ji ber nîqaşên navbera Partiyên Yekitiya Xiristiyan (CDU-CSU) û Partiya Demokratên Sosyal (SPD) baweriya gel a bi hikûmeta koalîsyonê kêm bûye.

Li gorî encamên anketê ji sedî 49’ên dengdêrên alman dixwazin hilbijartina pêşwext bê kirin. Ji sedî 33 jî dixwazin meclis û hikûmeta heyî heta sala 2021’ê dewam bikin. Ji sedî 19’ê wan jî di vê mijarê de bêbiryar in.

Zêdeyî nîvê dengdêrên CDU-CSU yên ku tev li anketê bûne li dij in ku hilbijartina pêşwext were kirin. Dengdêrên SDP’ê, Partiya Çep (Dîe Lînke), Alternatîf ji bo Almanya (AfD), Kesk û Partiya Demokratên Azad (FDP) daxwaza hilbijartina pêşwext dikin.

Ji sedî 42’yê beşdarên anketa INSA’yê di wê baweriyê de ne ku Angela Merkel dê di hilbijartina bê de ji nû ve bibe namzed. Yên ku ji vê yekê bawer dikin jî bi giranî dengdêrên ji partiyên CDU-CSU’yê ne. BERLÎN

Dikarî Biecibînî