Rûsyayê li dijî kurdan çi bi dest xist?

Kasim Engîn

200 sal in Rûsya piştgiriyê dide dewleta tirk a ku her dem li ber têkçûnê bûye, gelo çi xêra vê ji Rûsyayê re heye? Divê her kes bizanibe, yên ku dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêz divê têkiliyeke rast bi kurdan re deynin
Kurd, rûsan bi helwesta wan a neyînî ya li dijî Komara Kurdistanê ya Demokratîk a Mehabadê nas dikin. Sovyetê berê ‘alîkarî’ da komarê û piştre ji Îran û welatên rojava hin tişt stendin, kurd di nav destê rejîma Pehlevî de a ku di bin kontrola îngilîzan de bû hiştin.

70 sal di ser vê re derbas bûye kurdan ev tişt ji bîr nekiriye. Kurdan qetilkirina Qazî Mihemed hê jî ji bîr nekiriye.

Kurd, rûsan bi helwesta wan a li dijî Komara Mehabadê nas dikin lê rûsan di 200 salên dawîn de gelek caran kurd li erdê hiştine.

Waliyê Misirê Mehmet Alî Paşa yê Kavalayî di sala 1833’yan de bi ser Osmaniyan ve meşiya. Di wê demê de Mîr Mihemed ê ji Soranê berê xwe da Baban, Amêdiye, Cizîr, Şengal û Erdelanê û mîrtiya xwe berfirehtir kir. Ji ber kêşeyên Osmaniyan ên di warê leşkerî, aborî û civakî de Mîr Mihemed xurttir dibû. Di demeke ku rewşa osmaniyan nebaş bû de, Mehmed Alî Paşa yê Kavalayî bi ser Osmaniyan ve meşiyabû, Mîr Mihemed jî li Kurdistanê qadeke mezin bi dest xistibû.

Mehmet Alî Paşa ji Heleb, Dîlok, Edene û Kutahyayê hat. Îngilîz û rûs ji ber vê pêşveçûnê ketin fikaran. Heke Mehmet Alî Paşa heta Stenbolê biçe ew ê osmanî hilweşe û Mîr Mihemed jî ew ê Kurdistanê ji destê Osmaniyan derxîne.

Di vê serdemê de rûs bi hezaran leşkerên xwe çûn alîkariya Osmaniyan. Rûsan bi alîkariya îngilîzan Mehmet Alî Paşa da sekinandin.

Armanc ew bû ku ne bi tenê Mehmet Alî Paşa, pê re jî Mîr Mihemed were sekinandin. Piştî ku Mehmet Alî Paşa hate sekinandin, Osmaniyan hemû hêza xwe bi ser Mîr Mihemed de şandin. Bi alîkariya rûs û îngilîzan osmaniyan Mîr Mihemed di sala 1837’an de tasfiye kir.

Îxaneta li Şêx Ubeydûllah

Rûs û îngilîzan di salên 1880’yî de di şexsê Şêx Ubeydûllah de îxanet li kurdan kir. Şêx Ubeydûllah nameyek ji mîsyonerê Amerîkayê Dr. Cohra re nivîsandibû û gotibû; “Gelê kurd bi 500 hezar malbatan ve, gelekî cihê ye. Ol û zimanê wan cihê ye. Em dixwazin em xwe bi rê ve bibin.” Şêx Ubeydûllahê Nehrî têkilî bi hêzên din ên kurdan re danî, xwest alîkariyê bidin kurdan. Şêx Ubeydûllah dema ku nêzî Ûrmiyeyê bû, îngilîzan îxanet li wî kir û Şêx Ubeydûllah neçar ma ku ji rojhilatê Kurdistanê vekişe. Di vê pêvajoyê de rûsan jî xwe da kêleka Osmaniyan.

Peymana Sykes-Pîcot

Vê peymana Sykes-Pîcot ne bi tenê di navbera Fransa û îngilîzan de hatiye çêkirin. Rûsyayê peyman îmze kiriye. Sovyet a ku di 17’ê Cotmehê de ava bû, ev peyman deşîfre kir û xwe jê vekişandibin jî di sala 1916’an de heta Rewandûzê û li rojhilat jî heta Kirmancanê daketin. Li Bakur jî heta Erzingan, Erzirom û daketin heta gelek bajarên Serhedê.

Li hemberî Şêx Seîd

Dema ku Komara Tirkiyeyê êrîşî kurdan kir, Rûsya her dem bi Tirkiyeyê re bû. Têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî, têkoşîneke rewa û mafdar bû lê Rûsya li hemberî vê serhildanê jî xwe da kêleka Tirkiyeyê.

Rola di berxwedana Agirîyê de

Sovyetê di sala 1929’an de, di dema Berxwedana Agiriyê de xerabiyek din bi kurdan re kir. Rejîma Sovyetê kurdên li Ermenistanê şandin sirgûnê. Di vê sirgûnê de bi hezaran kurd qir bûn. Pêre li ser navê hevdîtinê Fermandarê Berxwedana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa xwestin têxin dahfikê.

Li dijî Başûr alîkarî dan Saddam

Sovyetê li hemberî tevgera Barzanî pîlotên xwe dan Saddam. Ji nivîsên Oles Smolansky em dizanin ku pîlotên Sovyetê li balafirên şer siwar bûne û Kurdistan bombardûman kirine. Siyasetmedarên Sovyetê piştgirî dane faşîstekî wekî Seddam û hewl dane wî bikişînin ba xwe.

Birîna li Rojava hîn germ e

Di sala 2018’an de jî hewce nake em qala kirinên Rûsyayê yên li dijî gelê me yê Rojava bikin. Birîna li wir hîn germ e. Cihekî wekî Efrînê bi destê Tirkiye û çeteyên wê kirin dojeh. Bi sedhezaran gelê Efrînê îro li ser axa xwe bûne penaber. Yek ji sedema vî tiştî jî têkiliyên qirêj ên Rûsya-Tirkiyeyê ne.

Mirov dikare gelek mînakan rêz bike. Lê niha divê ev werin pirsîn:

Kurd 200 sal in li ber xwe didin. Şikandina berxwedana wan çi dide we?

200 sal in Rûsya piştgiriyê dide dewleta tirk a ku her dem li ber têkçûnê bû, gelo xêra vî tiştî ji Rûsyayê re heye?

Divê her kes bizanibe ku yên dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêz divê têkiliyeke rast bi kurdan re deynin. Divê êdî were zanîn ku kurd dikarin lîstikan pûç bikin.

Çavkanî: ANF

Dikarî Biecibînî